Wezareta Tenduristiyê dev ji eşkerekirina daneyên Covîd-19’ê berdaye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Daneyên Covîd-19’ê ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve her hefteyê dihatin eşkerekirin, êdî nayên eşkerekirin. Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Dr. Ahmet Koç, di vê derbarê de got ku her çiqas tesîra nexweşiyê kêm bûbe jî, ew hêj ji holê nerabûye.

Deneyên Covîd-19’ê ku di meha Çile ya 2019’an de destpêkiribû û bandor li ser hemû cîhanê kiribû, ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve êdî nayê tomarkirin. Wezaretê herî dawî di 14-27’ê Sermawêza 2022’an de hin dane eşkere kiribûn. Ev rewş ji aliyê doktoran ve wekî rewşeke neyînî tê nirxandin. Ew dibêjin ku bo bo komên xwedî rîsk, hêj jî xetere heye.

Îstatîstîkên mirinên ji ber Covîd-19’ê yên Wanê

Li aliyê din Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) çend roj beriya niha daneyên kesên di dema pandemiya Covîd-19’ê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. Lê daneyên TUÎK û yên Wezaretê li hev negirtin. Ev yek jî li gelek derdoran bûye sedema nîqaşan.

Li gor îstatîstîkên mirinê yên TUÎK’ê di sala 2019’an de 3 hezar û 237, di sala 2020’an de 4 hezar û 197 û di sala 2021’an de jî 4 hezar û 249 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hejmara kesên ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane jî di sala 2020’an de wekî 152 û di ala 2021’an de jî wekî 317 kesan hatiye tomarkirin.

‘Nexweşî hêj bi temamî dawî nebûye’

Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Dr. Ahmet Koç, di vê derbarê de anî ziman ku li gelenperayi Wanê, niha kesên ji ber nexweşiyê di beşên lezgîn yên nexweşxaneyan de hatine razandin tune ne. Koç jî wekî doktorên din dibêje nexweşî hêj neqediyaye û wiha diyar dike: “Hin kes vê nexweşiyê niha wekî şubê derbas dikin. Lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) hêj Jî pandemiyê wekî refşa lezgîn a kûrewî dinirxîne. Ev dide nîşandan ku divê em baldar bin. Her çiqas rewş ne weke sê salên berê be jî, ji bo komên xwedan rîsk xetere hej didome. Dive ev kese dev ji tedbîran bernedin û berdevkan bikarbînin.”

Wezareta Tenduristiyê dev ji eşkerekirina daneyên Covîd-19’ê berdaye! - ahmet koc
Ahmet Koç

Koç herî dawî anî ziman ku bi sedema ku gelek kes hatine aşîkirin, ew li ne bendê ne ku rewş vegere wekî berê, lê dîsa jî divê tedbîr bêne wergirtin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezareta Tenduristiyê dev ji eşkerekirina daneyên Covîd-19’ê berdaye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *