Amerîka dê bo mexdûrên erdhejê 100 milyon dolar din alîkarî bişîne

featured
Reuters
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken da zanîn ku ew ê bo mexdûrên erdhejên Tirkiye û Sûriyeyê 100 milyon dolar din alîkarî bişînin.

Blinken ser ji hesabê xwe yê Twitterê têkildarî mijarê peyamek parve kir û destnîşan kir ku ew ê alîkariyê bo mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye Sûriyeyê bişînin.

Her wiha hate gotin ku Ew alîkarî dê bo sazîyên alîkarîyê yên ne girêdayî dewletan jî vekirî be.

Di çarçoveya alîkarîyê de paketên xwarinê, cilên zivistanê, çadir û kelûpelên sitargehan dê hebin.

Li aliyê din, hat bilêvkirin ku di vê derbarê de bo civan û zarokan jî dê bernameyên perwerdeyê bêne lidarxistin.

Rêvebirîya Amerîka li dû erdhejê paketeke alîkarîyê ya 85 mîlyon dolarî ragihandibû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Blinken piştî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê derbazî Tirkîyê bû.Wezîrê Amerîkî Blinken bi hemtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re li herêma erdhejê çavdêrî jî kirin.

Li bendêye Blinken îro li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoga re bicive.

Tê payîn, di civîna Blinken û Erdogan de serlêdana Swêd û Fînlandîya ya li NATO jî bê nîqaşkirin. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîka dê bo mexdûrên erdhejê 100 milyon dolar din alîkarî bişîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *