Anket! Nerazîbûna li hemberî Erdogan zêde bûye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor encamên anketa dawî ya MetroPollê, ji sedî 52’yê dengderan ji Serokkomar Recep Tayyip Erdogan nerazî ne.

Şîrket Lêkolînê ya MetroPollê encamên anketa xwe ya bi navê “Nebza Tirkiyê-Kanûn” eşkere kir.

Anket li 28 bajaran di navbera 13-18’ê Kanûnê de bi beşdariya 2 hezar û 77 kesan hatiye pêkanîn.

Di anketê de ji dengderan pirsa, “Hûn ji karkirina Serokkomar Erdogan razîne an na?” hatiye pirsîn.

Ji sedî 45.2’ê dengderan gotine “belê” û ji sedî 52.1’ê wan jî wek “nexêr” bersiv dane. Herwiha ji sedî 2.7’ê beşdarvanan bersiva “Nerîna min nîne/bersiv nîne” dane.

Di nav dengderên AKP’ê de ji sedî 79.7’ê dengderan ji awayê karkirina Erdogan razî ne, lê di nav dengderên MHP’ê de ku şirîkê AKP’ê ye û bi hev re Tifaqa Cumhur pêk anîne, ji sedî 32.4’ê dengderan ji Erdogan nerazî ne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Anket! Nerazîbûna li hemberî Erdogan zêde bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *