Balafirên ji Almanayê tên nikarin biçin Silêmaniyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Seferên balafiran ji ber Tirkiye destûr nade ev balafirên diçin Silêmaniyê qada hewayî ya Tirkiyeyê bikarbînin, nikarin biçin Silêmaniyeyê. Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Şîrketa Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer diyar kiriye ku seferên balafiran yên ji Almanyayê bo Silêmaniyê , hatine rawestandin.

Li gor nûçeye K24’ê, Berpirsê Beşa Nivîsgeh û Şîrketa Geştiyarî ya Silêmaniyê Eta Enwer aşkere kiriye ku bi sedema Tirkiye destûr nade balafirên ji Almanyayê tên, qada hewayî ya Tirkiyeyê bikarbînin, ev balafir nikarin biçin Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federal a Iraqê.

Eta Enwer her wiha gotiye, 2 seferên balafirê hene ku têne Silêmaniyê yek ji van ya şîrketa Condor e ku ji Dusseldorfê tê û ya din jî sefera Iraq Airways e û ew jî ji Frankfurtê tê.

Li gor ajansa navborî ev herdu sefer jî niha hatine rawestandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, demek beriya niha Tirkiyeyê seferên balafirê yên ji bo bajarê Silêmaniyê betal kiri bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Balafirên ji Almanayê tên nikarin biçin Silêmaniyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *