Berdevkê DDKD’yê Okumuş: Tifaq jibo gelê Kurd, daxwazeke serekeye

featured
Berdevkê DDKD'ê Abdulhey Okumuş
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

DOSYA 4

Berdevkê Komelaya Kurd a Şoreşger a Demokratîk (DDKD) Abdulhey Okumuş li ser girîngiya tifaqa di navbera Kurdan de got, “Tifaq jibo gelê Kurd, daxwazeke serekeye. Ev çend sale gelê Kurd di warê siyasetê de tifaqekê dixwaze. Siyaseta Kurdan niha tifaqek daniye holê. Ez di wê hêviyê de me ku gelê Kurd wê tifaqê hembez bike.”

Di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinê parlamentoyê û yên serokkomariyê dê bên lidarxistin. Ji hemû hilbijartinan cuda tir, di vê hilbijartinê de gel guhartinê dixwaze. Gelê Kurd jî dixwaze di sedsala duyan ya Komara Tirkiyeyê de mafên neteweyî û çandî bêne diyarkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. 

Li aliyê din jî wek tê zanîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin û wehe ye partî bê girtin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar dabû ku bi navê Partiya Çep û Kesk (Yeşiller ve Sol Partî) tevli hilbijartinan bibe û armanca wê ew e ku herî kêm sed parlamenteran bişîne meclîsê. HDP’ê her wiha bo serokkomariyê jî namzet diyar nekiriye û tê payîn ku piştgiriyê bide namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu. 

Di vê hilbijartinê de qanûna hilbijartinê ya nû ferz dike ku partiyên siyasî dibin banê tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Ev yêk piranî kêrî partiyên ‘biçûk’ ên ku pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê ye, tê. Partiyên ku nikarin benda hilbijartinê derbas bikin, bi vê sayê wê bikarin parlamenteran bişînin meclîsê. 

Di ve çarçoveyê de AKP, MHP, BBP, YRP û HUDA PAR di bin banê Tifaqa Cumhur de, CHP, ÎYÎ Partî, SP, DEVA, GELECEK û DP, di bin banê Tifaqa Millet de û TÎP, EHP, SMF, EMEP, TOP, Yeşil Sol Parti û HDP jî di bin banê Tifaqa Ked û Azadî (Emek ve Ozgurluk) de dê tevli hilbijartinan bibin. 

Ji bilî van tifaqan, Komaleya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadî (PIA), Partiya AZADÎ, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Kurd a Şoreşger Demorkatîk (DDKD) û HDP jî bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdan tîfaqeke din ava kirin. 

Berdevkê DDKD’yê Okumuş: Tifaq jibo gelê Kurd, daxwazeke serekeye - Tifaqa Azadi u Demokrasiya Kurd

Me wekî Serhat Newsê bi serokên giştî yên partiyên ku tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurdan bûne derbarê hilbijartinan de dosyayek amade kir. 

Di beşa çaremîn a dosyayê de Berdevkê Giştî yê Komeleya Kurd a Şoreşger a Demorkatîk (DDKD) Abdulhey Okumuş, bi ser xebatên hilbijartinê, wate ya avakirina tifaqa Kurdan û çareseriya pisgirêka Kurdan de nêrînên xwe bi me re parve kir.

Aboriya Kurdên herêmê li gorî we çawa ye? Çareserkirina aboriya Tirkîyê dê çawa çê bibe?

Rewşa aborî gelek nexweş e. Pergala Tirkiyê di rewşa aborî de tu caran neketiye cihek wisa ku mirov jê keyfxweş be. Bes rewşa Kurdan rewşeke teybete. Li ser Tirkan aliyekî, lê li ser Kurdan du aliyan ne başe. Aliyekî hêla netewî da aliyekî hêla aborî da. Ji ber wê Kurd di siyaseta Tirkiyê de her di her du waran de dixwazin xwe bi awayekî nîşan bidin.

Kurdên ku li herêmê dijîn beriya niha ji sedî 52 dengê xwe dabûn HDP’ê. Gelo di vê hilbijartinê de Kurd dengên xwe piranî bidin kîjan partiyê?

14’ê Gulanê li Tirkiyê du hilbijartin dê bên lidarxistin. Yêk ya parlamentoyê ye yêk ji ya serokkomarî ye. Ew saleke nîqaşên li ser hilbijartinê tê kirin. Ji bo Kurdan her tim çepê Tirkan ji desthilatdariya niha ji dianîn ziman ku rola Kurdan rola herî girînge. Kurd çi awayî rola xwe rast bilîzîn di aliyê demokrasî de dê bi serkevin. Kurd di rola kilît de ne. Beriya niha ji sedî 52 Kurdan deng dida (HDP’ê) niha piştî desthilatdariya AKP û MHP’ê ew muhafazakarên dengê xwe ne didan Kurdan jî bi awayekî êdî berê xwe didin aliyê Kurdan. (Ew) dê zimanê xwe çanda xwe xwedî derkevin. Ez li kolan û bajarên herêma Kurdan geriyam. Vê carê dê rajeya dengan ji sedî 52’yê gelek bilindtir bibe.

Gelo hûn tevlibûna HUDAPAR’ê ya bo Tifaqa Cumhur çewa dinirxînin?

Tevlîbûna HUDAPAR’ê ya Tifaqa Cumhur, em pir muxatab nagirin. Ew partiya Kurdan nîne. Partiyek ku di nava tifaqa dijmintiya Kurdan dike û bi partiyeke wek MHP’ê re dikeve nava tifaqê nabe partiya Kurdan. Dema em mêze dikin paşeroja wan tu caran di meseleya Kurdan de helwestek nîşan nedane. Li şûna wê serî heya binî dijminatiya Kurdan kirine.  Li welatparêzan xistine, îşkence li wan kirine, ji ber wê yekê em wê tifaqê muxatab ji nagirin.

We diyar kir ku Kurd wê herî zêde bo serokkomariyê dengên xwe bidin Kiliçdaroglu. Hûn wê meylê çewa dibînin? Stratejiya we wek Tifaqa Kurd û DDKD jibo hilbijartinê çiye?

Ew 20 sale desthilatdariya AKP û MHP’ê bi zordariyê li ser Kurdan dike. Him ji holêrakirina hiqûqê û serûbinkirina aboriyê, Em dibinin ku helwesta pergala serokkomariyê desthilatdariyeke faşîst e.

Hêzên demokrat, hêzên welatparêz û Kurd dibêjin ‘Divê em li hemberî wî bisekinin.’ Ew ji tê wê wateyê ku niha alternatîfek heye, ew ji Kiliçdaroglu ye. Bo guhertina pergala serokkomarî û parlamentoyê hêviyek ji Kiliçdaroglu heye. Di parlamentoyê de jî Kurdan hem bi çepên Tirkan re hem jî bi tifaqa Kurdan stratejiyek ava kiriye. Divê Kurd bi hêzeke xurt têkevin parlamentoyê. Ji bo wê divê tekoşînek baş bê pêk anîn. Kurd ne li bendê ne ku Kiliçdaroglu hemû pirsgirêkên wan çareser bike. Bes hêvî ev e ku hinek tiştên demokratîk pêk bîne. Ez bawerim hinek daxwazên Kurdan jî hene Kiliçdaroglu. Di mijarên wekî bi dawîkirina pêkanîna qeyum, hinek mafên demokratîk û rewşa girtiyên di zîndanan de dikare were axaftin. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne karê Kiliçdaroglu ye ne ji yê polîtîkayan dewleta Tirkiyê.

Wek tê zanîn li Bajarên Serdhedê aborî girêdayî bazirganiya sînor e. Helwesta we ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriya herêmê dê çewa be?

Bê guman HDP’yê stratejiya xwe li ser demokrasiyê ava kiriye. Li herêma Serhedê jî niha li ser civakî pêkanînên antîdemokratîk têne meşandin. Divê ku pêwîstiyên civakê bên tespîtkirin û li gor wan tespîtan stratejî bê avakirin. Lê mijara bazirganiya sînor, di bin rayeya deshilatê de ye. HDP di vî warî de ancax dikare dema bibe desthilatdar, li gorî wê stratejî an siyasetê bimeşîne. Lê di mesela demokratîzekirina Tirkiyeyê û pêkanîna mafên kolektîf de ew stratejiyekê dimeşîne. Ew stratejî ji bo serhedê ji pêkane.

Hin partiyên ku di sala 2019’yê de li nava tifaqa Kurd de cih girtibûn. Çima di vê heyamê de ev partî di nava vê tifaqê de cih nagirin? Wekî din PSK jî hêj tevlî tifaqê bû. Gelo dibe tifaqa we berfirehtir bibe?

Di tevlibûn an jî derketina ji tifaqan de pirsgirêkên mezin nînin. Tifaqa berê tenê tifaqa hilbijartinê bû û li ser hilbijartinê hatibû avakirin. Lê tifaqa ji 2018’an heta niha tê meşandin, tifaqa hilbijartinê nebû. Tifaqa niha yêke neteweyî û mayînde ye. Ew tifaqa ku hin partiyên din jî tê de cih girtibûn, bi tenê, li ser hilbijartinê hatibû avakirin. Wekî DDKD’ê di warê tifaqê de me jî hin rêgez hene. Di meseleya demokratîzabûna Tirkiyê de, meseleya mafên demokratîk û kolektif yên Kurdan de me têkoşînek daye ber xwe. Bi ser van esasan me jî li gor rêgezan xwe cihê xwe di vê tifaqê de girtiye. Em ê di hemû xebatan de jî cihê bigirin. Tifaq jibo gelê Kurd, daxwazeke serekeye. Ew çend sale gelê Kurd di warê siyasetê de tifaqekê dixwaze. Siyaseta Kurdan niha tifaqek daniye holê. Ez di wê hêviyê de me ku gelê Kurd wê tifaqê hembez bike.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berdevkê DDKD’yê Okumuş: Tifaq jibo gelê Kurd, daxwazeke serekeye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *