Bernameya Îlonê ya ŞanoWanê diyar bû: Îşev dê filma ‘Xaniyê Bêban’ bê nîşandan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ŞanoWanê bo meha Îlonê bernameyek têr û tijî amade kiriye. Di çarçoveya çalakiyên meha Îlonê de îşev dê fîlma ‘Xaniyê Bêban’ bê nîşandan.

ŞanoWan ku berê navê wê Şanoya Mencel bû, li Wanê xebatên xwe yên hunerî û çandî berdewam dike.  Di vê çarçoveyê de ŞanoWanê bernameya çalakiyên meha Îlonê ragihandiye. Di Îlonê de pêşandana filaman, lîstikên şanoyê û hin gotûbêj dê bên lidarxistin. Wê bername îro êvarê bi nîşandana filmê “Xaniyê Bêban” dest pê bike.

Bernameya Îlonê ya ŞanoWanê diyar bû: Îşev dê filma ‘Xaniyê Bêban’ bê nîşandan - v 02 09 2023 sanowan eylul programi

Bernameya meha îlonê ya ŞanoWanê wiha ye:

“2’yê îlonê: Xaniyê Bêban – nîşandana filmê Chalakino û gotûbêj (18.00)

9’ê îlonê: Bîraxane – ji nîşandana filme Chalakino û gotûbêj (18.00)

16’ê îlonê: Azmûn – ji nîşandana fîlmê Chalakino û gotûbêj (18.00)

17’ê îlonê: Jina Qelew – lîstika Yenî Sahneya Batmanê (16.00)

17’ê îlonê: Jina Qelew – lîstika Yenî Sahneya Batmanê (20.00)

21’ê îlonê: Don Kîxot- lîstika Şanoya Bajêr a Amedê (20.00)

23’yê îlonê: Beriya Şevê – ji nîşandana filmê Chalakino û gotûbêj (18.00)

30’yê îlonê: Govanda Elî û Dayika Zîn – ji nîşandana filme Chalakino û gotûbêj (18.00)”

 Kesên ku dixwazin bernameya temaşe bikin, dikarin bilêdan ji Navenda Danûstandinê ya ŞanoWanê ya li Perîhan peyda bikin. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bernameya Îlonê ya ŞanoWanê diyar bû: Îşev dê filma ‘Xaniyê Bêban’ bê nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *