Best Vanê bo hesteweriya penceşêra memikan  otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Best Van Tûrîzmê, di 12’ê de bi mebesta ‘Meha Cotmehê Hesteweriya Bo Penceşêra Memikan’ otobusên xwe bi rengê pembe boyax kiriye. Midûra Giştî ya Best Van Tûrîzmê Îrem Bayram destnîşan kir ku ew ê bo hesteweriya li hemberî penceşêra memikan her sal çalakiyên bi vî rengî lidar bixin.

Best Van Tûrîzmê bi boneya ku balê bikişîne ser penceşêra memikan, otobusên xwe yên nû, di 12’yê Cotmehê de bi rengê pembe boyax kir. Li ser otobusan ‘Teşhîsa zûtirîn, jiyanê rizgar dike’ hatiye nivîsandin. Ev otubusên bi vî şiklî hatine amadekirin wê heta dawiya salê li ser rêyan be.

Endama Destaya Rêveber û Midûra Giştî ya Best Van Tûrîzmê Îrem Bayram, diyar kir ku ew ê di vê çarçoveyê de her sal bi çalakiyên wiha vê mijarê bînin rojevê.

Best Vanê bo hesteweriya penceşêra memikan  otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir - image

Bayram, derbirî ku ew gelek girîngiyê didin vê mijarê û wiha pêde çû: “Me bo balkişandina ser penceşêra memikan otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir û qurdeleyên pembe daliqandin. Di dema rêvingiyê de me ji rêvîngên xwe re anonsên derbarê penceşêra memikan de kirin. Otobusa me hêj jî pembe ye. Ew ê heta dawiya salê jî wisa be. Wekî kevneşopî Best Van êdî her sal dê van çalakiyan lidar bixe.”

Best Vanê bo hesteweriya penceşêra memikan  otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir - pembe giydirilen arac 2 1
Best Vanê bo hesteweriya penceşêra memikan  otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir - pembe giydirilen arac 3 678x375 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Best Vanê bo hesteweriya penceşêra memikan  otobusên xwe bi rengê pembe boyax kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *