Beştaş: Em ê bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokwekîla Grupa YSP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan ew ê wek partî bi namzetê xwe tevli hilbijartinên xwecihî yên 2024’an bibin.

Serokwekîla Grupa Partiya Çepên Kesk (YSP) Meral Daniş Beştaş di bernameyek televîzyonê de derbarê rojevê de hin nirxandin kirin.

Beştaş, li ser pirsên têkildarî hilbijartinên xwecihî de got, “Dibe ku bê zanin ev mafekî me yê rewa ye. Gelê me rexne li me digre ku çima em bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinên serokkomariyê nebûne.”

Di heman bernameyê de Beştaş, li ser hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê, hin nirxandin kirin. Beştaş di axaftina xwe de rexne li Kemal Kiliçdaroglu kirin û wiha axivî: “Ligel ku em ne pêkhateyeke maseyê bûn jî me deng da Kiliçdaroglu. Ji bo partiyên ku ji sedî 1 dengê wan heye wezaret hat gotûbêjkirin, lê dûrî partiya me rawestiya. Ev yek jî di nav gelê me de bû sedema nerazîbûnê. Dengderên me rexne li me dikin. Li bajarên Kurdan, Kiliçdaroglu di asta rekorê de deng bidest xistin. Ma em nebûna li bajarên herêmê Kiliçdaroglu bi wî awayî qey dihat pêşwazîkirin?”

Beştaş heman rexne li Partiya Karkeran a Tirkiye (TIP) jî kir ku Serokê wê partiyê gotiye “Eger em ne ligel Kurdan bûna wê dengê me zêdetir bûne”. Li ser vê yekê Beştaş got, “Wek Kurd nexweşiyek in, dixwazin xwe dûr bixin. Em vê helwestê rast nabînin. Niha civînên pêkhateyên Bloka Ked û Demokrasiyê berdewam in. Piştî civînan, her partî dê ji aliyê xwe ve binîrxîne.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Beştaş: Em ê bi namzetê xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *