Bi dironê li Qamişloyê wesayitek hate armancgirtin

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vê sibê li bajarê Qamişlo yê Bakûrê Sûriyê bi dironê wesayîtek hate armancgirtin. Hat îdîakirin ku di encama êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) dironeke Tirkiyeyê piştî nivê şevê saet di 01:45’an de wesayîteke li ser rêya Hîzam a Qamişloyê nêzî deriyê Nisêbînê armanc girtiye.

Lê ANHA’yê derbarê hûrgiliyan de tu agahî parve nekirin.

Li gor Rûdawê ku spartiye çavkaniyên xwecihî jî di êrîşê de berpirsekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê bi navê Baran jiyana xwe ji dest daye.

Rûdawê her wiha ragihandiye ku keseke din ê nasnameya wî nehatiye hînbûn jî di wesayîtê de birîndar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku ne Artêşa Tirk ne jî berpisyarên HSD’ê heta niha derbarê vê êrîşê de tu daxuyanî nedane.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bi dironê li Qamişloyê wesayitek hate armancgirtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *