Birîndarê Newroza 2008’ê hin jî baş nebûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 22’yê Adara 2008’an de  Newroza Wanê hate qedexekirin. Tevî vê qedexekirinê jî gelê Wanê dîsa Newroza xwe pîroz kir. We demê gelek kes hatin derpkirin. Yêk ji wan kesan jî Mehdî Kurt bû. Ew hêj jî bi aliyê derûniyê ve baş ne bûye.

Di sala 2008’an de Newroza Wanê ji aliyê Walîtiya Wanê ve hate qedekirin. Li ser yekê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî xwest li ber avahiya xwe Newrozê pîroz bike. Lê hêzên ewlekariyê êrîş li kesên tevli çalakiyê bûne kir. Di encama mudaxaleyê de jî gelek kes birîndar bûn. Yek ji wan kesên ku hatibûn derbkirin jî ciwanê 13 salî yê bi navê Mehdî Kurt bû. Di dimên wê demê hatine kişandin de tê dîtin ku 10 polîs bi hev re bi çopan Kurt derb dikin. Ji wê çaxê pê de Mehdî ku bi giranî birîndar bûbû, bo dermankirinê gelek caran çûye Enqere û Stenbolê. Tevî ku 14 sal bi ser bûyerê de derbas bûbe jî, Mehdî hêj jî bi aliyê derûniyê ve baş nebûye. Mehdî piştî bûyerê bi rêjeya ji sedî 70 rapora astengdêriya derûnî standiyê. Tevî ku ew baş nebûye û ji ber zextan malbat 14 sal beriya niha koçî Îzmîrê dike.

Bavê Kurt, Esat Kurt derbarê rewşa kurê xwe de hin agahî bi Serhat Newsê re parve kirin.

‘Polîsan Mehdî linç kir’

Esat Kurt Newroza Wanê ya 2008’an bibîr xist û wiha got: “Newroza Wanê bû qedexe. Ji ber wê jî di wê çaxê bûyer çêbûn. Mehdî jî li sûkê bû. Di kolanekî de polîs wî digirin û lînç dikin. Ji xwe me got ‘Êdî mir zarok na rabe.’ Wê demê yekî nas telefon ji me ra vekir û got, ‘Zarokek li vê derê ye birîndare, hûn nasdikin yan ne?’ Em çûn û me dît ku ev zarokê me ye. Me (ew) anî mal. Destê wî, gelek cihên leşê wî şîn bûbû. Şev demekî direng zarok, gelek ne xweş ket. Me zarok bire nexweşxaneyê û ew hate dermankirin e (Ew) anî malê. Çend rojan ji ber êşên xwe wî îdare nekir. Ku sax be me goştê pezî danî ser leşê wî.”

Birîndarê Newroza 2008’ê hin jî baş nebûye - newroz saldiri mehdi kurt 1 1024x576 1
Esat Kurt

‘Ev çend sale tedawiya mehdî berdewam dike’

Her wiha Kurt, di berdewamiyê de rewşa kurê xwe wiha rawe kir: “Nexweşiya Mehdî her wiha berdewam kir û me bire Geverê dev hekîmekî Kurd. Dema em hatine Wanê partîya Kurda hat mala me û (ji me re) got ‘We çima ev zaroke veşartî ye’ Em ji ditirsiyan, ji ber ku me ne zanî dîmenên wî hatine kişandin.  

Zarok (hê jî ) ne hate ser hemdê xwe. Dîsa em çûn nexweşxaneyê û ew li wir du mehan hate razandin. Bijîşkê wî, bi wê demê em hawale yî Enqereyê kir. Ji bo beşa derûnî yê. Li wê derê ji zarok razandin. 3 mehan ew dermankirin. Pişt re me ew anî malê. Em du û sê caran çûn Enqereyê. 6-7  sale hêj dermankirina wî ya derûnî berdewam dike.”

‘Me gelek rojên nexweş derbas kirin’

Kurt, dide zanîn ku ji ber kurê wî baş nebûye wî li gel malbata xwe koçî Îzmîrê kiriye û wiha pêde çû: “Li Enqereyê Komeleya Mafên Mirovan alîkariya me kir. Piştre me nêrî Mehdî baş nabe me mal barkir. Caran başe bes caran jî em Mehdî nasnakin. Bi fîzîkî tiştek tune ye bes bi aliyê derûnî ve ne başe. Dema hêrs dibe cam be, der be, televîzyon be, wê bişkêne. Dilê wî na mîne tiştekî ve. Gelek caran cîranên me gazîncan dikin. Em nikarin ji hemû kesî re jî bêjin wî tiştek wiha derbas kiriye. Jixwe hinek jî bawer nakin. Di sala 2008’an de Midûriyeta Ewlekariya Wanê ba me kir û got, ‘Ev kesên zilmê li zarokî kirine ne polîsên Wanê ne, ew yên Erziromê ne. Min jî got  ‘Ji xwe ferq nake. Hebû eşkere ne. Çawa vê zilmê zarokek 13 salî diken. Em bêjin zarokî ber avêtibe tangê an jî slogan avêtibin, bila bigirin, 20-30 salan ceza bikin, bek bila vê zilmê lê nekin. Ma hûnê zarokan bikujin.”

‘Li şûna îşkencekaran, ji Mehdî re ceza hat xwestin’

Kurd, dibêje ku wî bo ku mafê zarokê xwe bi parêze serî li darazê jî daye û ev agahî dan: “Di 2010’an de parêzerê wî telefon vekir û got ku pêwîste zarok bibin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Em çûn û mijara Mehdî min hemû li wê derê gote bijîşkan.  Cd’yên ku dîmenên mudaxaleya li hemberî zarok jî têde bûn me nîşanê wan jî kir. Min got ‘Ez hezç dikim ew kesên wiha li zarokê min kirine bên cezakirin. Rapora wî pişt re ji parêzerê me re şandin. Doza wî çû Şuraya Dewletê (Daniştay). 2-3 caran derkete dadgehê, lê hêj dozger aciz di bû. Gelek caran êrîş li mala me kirin bi keyfî. Dema ez çûme midûriyeta ewlekariyê min got, ‘Hûn çima zarokî digirin ji xwe nexweşe?’ Piştre berdan. Dadgehê nêzik 3 salan ciza jê ra xwestin. Ser vê nexweşî yê re, îşkencê re ciza jêra xwestin.”

‘Dadgeh hatin kirin lê çi bîryarek baş ne hate kirin’

Kurt anî ziman ku dema çûne Îzmîrê ji gelek êrîş li mala wa hate kirin û cilê wan kiri bûn hecet. Kurt axiftina xwe a dawîyê da wiha berdewamkir: “Şeveqê seat 04.00’ê Mehdî birin emniyetê gotin ‘heya sibê Mehdî mêvanê me ye.’ parêzer li wê derê me girt û behsa mijarê kir. Çûn qereqolê gel axaftin. Rapora wî ya seda 70 min da parêzerî. Mehdi nav destê wanda dîsa hate berdan. Salek derbas bû dadgeha mezin çêbû. Ez û Mehdî çûne dadgehê. Dadgehê da gelek hincet hatin gotin. Min got ’10 polîs çawa zarokekî 13 salî lînç dikin?’ Ya duyemîn partîyê qezenckirin Mehdî ji weki zarok û gelî derkete kolana, keyf kirî bû. ev hemû lêdan ne sûc e belê keyf sûc e. mirov zimanê xwe biaxive sûc e? Li wê derê heya girtîgehê ji zelal kirin û ciza danê. Em çûn me îtiraz kir. Ev 4 dadgeh hatin kirin lê çi dûmahî nebû ye.

Dermanên wî rapora wî dîmen wî hemû ber çavan e. Dîsa 5-6 sûc û ceza derxistine. Edî bese derdê Mehdî ji Mehdî re bese. Bigirin wê çilê gen? Edî nikarin zilmê jê ra bikin. Tedawî ya wî berdewame. Me gelek aciz dike. Kî zilme bike Xwedê qebûl neke.”

Video/montaj: Şehriban Abî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Birîndarê Newroza 2008’ê hin jî baş nebûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *