Bo xebatên tespîtkirina xesarê komek endezyar ji Wanê çûne Mereşê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Şaxa ÎMO’ya Wanê Mîhaîl Atîk diyar kir ku wan bo xebatên tespîtkirina xesarê, ji Wanê 74 endezyarên înşaatê ji Mereşê re şandine.

Şaxa Odeya Endezyarê Înşaetê (ÎMO) ya Wanê ku girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) e ji bo xebatên tespîtkirina xesarê, 74 endezyarên înşaetê şand Mereşê. Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Mîhaîl Atîk diyar kir ku ji vê yekê armanc dikin ku pêdiviya xaniyan a gel pêşwazî bikin.

Bo xebatên tespîtkirina xesarê komek endezyar ji Wanê çûne Mereşê - IMO 1 1
Mîhaîl Atîk

 ‘Xebat li gel wezaretê tê meşandin’

Atîk, da zanîn ku xebatên xwe li gel Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê re bikoordîneyî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Navenda Giştî ya TMMOB’ê li bajarên hewcehî lê heye peywirdar dike. Li Wanê me kadroyeke ji 154 kesên xwedî tecrûbe ava kiriye. Ji vê kadroyê 74 jê ji bo Mereşê hatin şandin. Dê heta demekî xebatên xwe bidomînin û piştre vegerin. Heke dîsa daxwaz çêbibe, ji bo ku heval tev li xebatên tespîtkirina xesaran bibin dê ji bo herêmê bên şandin. Em dixwazin sedemên vê hilweşîna mezin hîn bibin. Di erdhejê de bi dehhezaran avahî hilweşiyan û xesar gihişt gelek avahiyan jî. Em neçarin ku xesarên di avahiyan de tespît bikin. Dê xebat li daneyên wezaretê bên zêdekirin. Piştî berhevkirina daneyan jî dê saziya têkildarî biryarê bide. Armanca me ew e ku lez bidin pêvajoyê û pêdiviya gel a bi xaniyan pêşwazî bikin.”(MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bo xebatên tespîtkirina xesarê komek endezyar ji Wanê çûne Mereşê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *