Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê de axivî û wiha got, “Sibê mohra xwe li bin Partiya Çepên Kesk wisa bixin ku, bila Erdogan êdî 50+1’ê di xevna xwe de jî nebîne. Mohra xwe li bin Partiya Çepên Kesk wisa bixin ku bila ji vî welatî re aştî, demokrasî, edalet û aramî were.”

Partiya Çepên Kesk (YSP) li Wanê bi tevlibûna zêdetirê 50 hezar kesî li Qada Beşyolê mitînga fînalê li dar xist.

Welatî ji sê milan herikîn qada mitîngê. Piştî rêzgirtînê mitîngê destpê kir. Hevberdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk yê Wanê Veysî Dîlekçî gel silak kir. Dîlekçî diyar kir ku di pêvajoya xebatên hilbijartinê de gel bi avayekî xurt piştgirî daye wan û bang li welatiyan kir ku sibê biçin dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.

Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin - v 13 05 2023 van mitingi konusmalar yukaridan2 1

Peyama Demîrtaş hate xwendin

Piştî axaftina Dîlekçî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk yên Wanê, pêkhateyên Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd, hevserokên partiyên HDP, DBP û YSP’ê derketin ser dikê û gel silav kirin.

Pişt re peyama Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin hate xwendin. Demîrtaş di peyama xwe bang li gel kir û got, “Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek jî ji Kemal Kiliçdaroglu re”

Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin - v 13 05 2023 van mitingi konusmalar7

Rêveberê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek jî di mitîngê de axaftinek kir û wiha got, “Tu hêz nikare vîna gelê kurd bişikîne. Niha qala sedsala duyemîn a komarê dikin. Em komara wan a sedsalan ji Zîlanê, ji Dêrsimê û ji Roboskê dizanin. Ji bo em heman sedsalê nejîn divê em vîneke xurt nîşan bidin û pergala dîktatoriyê bi dawî bikin. Bijî kurd û Kurdistan.”

 ‘Vîna Kurdan weke agir e’

Cigîrê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, dû Tek re mafê axaftinê wergirt û ev tişt gotin: “We axaftina Soylû ya têkildarî tayînkirina şaredariyan a vîna we guhdar kir. Ka şaredariyan pere didan hin cihan? Ev gotin îtîraf e. Em jî bang li gelê xwe dikin; em ê te jî kesên ji şaredariyan aciz jî di sindoqan de têk bibin. Ezbenî; Vîna kurdan weke agire, dişewitîne, weke deryayê ye, dixeniqe.”

Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin - Gele Wane qada mitinge ya Besyole tuje kir 4

 Çîftyurek: Em ê Kurdistanê biparêzin

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî diyar kir ku mal bi mal geriyan û xwe ji hilbijartinê re amade kirin û wiha got: “Gelê me dibêje êdî bes e. Em ê ji desthilata 21 salan re bêjin bes e. Em ê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Li her derê em geriyan xizanî heye. Gelê me êdî nikare biçîne, hilberîne. Hatiye asta ku penîrê wê yê bi nav û deng jî nikare çêbike û ji Îranê penîr distîne. Banga me ew e ku ev pergal bi dawî bibe. Piştî ku em desthilata AKP’ê ya 21 salan hilweşînin ji bo ev xizanî bi dawî bibe em ê projeyan çêbikin.”

  ‘Sibê dîrok dê careke din bê nivîsandin’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî diyar kir ku gelê Wanê vîneke mezin danî holê û wiha got: “Sibe wê rojeke xweş be, sibe wê dîrok careke din bê nivîsandin, sibe hûnê dîroka Wanê û dîroka Tirkiyeyê binivîsînin, em ê binivîsînin. Sibe cemreya siyasetê wê bikeve ser siyasetê. Sibe em ê careke din bêjin em li vir in, em ê vîna xwe biparêzin, em ê dengê xwe bi kar bînin û em ê Çepa Kesk bikin partiya yekemîn a li Tirkiyeyê. Ji ber ku tişta ku ez îro li vir dibînim ev e. Gelê Wanê bi biryar e, gelê Wanê bi biryara xwe daye, jin û ciwanên Wanê biryara xwe dane. Gelê me wê vê vînê biparêze, wê vê îradeyê biparêze ku vê zilmê, vê tundiyê, vê înkarê careke din bişîne. Niha em qad bi qad geriyan, me serdana hemû qadên Tirkiyeyê kiriye. Em li her derê axivîn û li her derê peyama xwe dan. Li sibê gotin ya we ye, mohr li cem we ye û di destê we de ye. Mohra xwe wisa li Partiya Çepên Kesk bidin ku Erdogan ji serdî 50 zêdet yekê di xewna xwe de jî nebîne. Ku talanker, qeyûmvan û kesên ev welat şelandin biçin. Bila wisa biçin ku êdî li pişt xwe jî nenêrin û nikarin êdî bên Wanê jî.”

Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin - v 13 05 2023 van mitingi konusmalar6 2

 ‘Em hebûn û em ê hebin’

Bûldan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Erê em ji xwe bawer in, em ê wan bişînin, em ê dijminê kurdan bişînin, em yên ku çavê xwe ji komkujiyên jinan re digirin bişînin, em ê dizên xeyalên ciwanan bişînin. Mohra xwe wisa li Çepên Kesk bixin ku aştî, edalet û aramî were welat. Em ê bi dengên xwe wan bişînin. Tansû Çîler duh gotibû, ‘ger Erdogan biçe, wê welat biçe’. Gelo dema tu çûyî, welat ji dest çû? Erdogan jî wê mîna te biçe. Em li vir in, em hebûn û em ê hebin. Em ê yek werin, bibin hezar, em yek bûn, em bûn bi milyonan. Bi sedsal in em li ser vê xakê hebûn û em ê hebin. Em ê rûmet û aştiyê bînin vî welatî.

‘Gefa herî mezin hûn in’

Niha îtîrafkarek heye, hilbijartinan weke darbeyê penase dike. Ji bo ku darveya siyasî bikin hilbijartinê weke darbe penase dikin. Sibê dê bi demokrasiyê re rûbirû bin. Dê bi bihara gelan a rast a vî welatî re rûbirû bimînin. Niha ji bo dengan ji gelê kurd bigirin careke din peyamê didin gelê kurd. Erdogan di axaftina xwe ya li Êlihê de wiha got ‘tu kes nikare gefan li gelê kurd, xwişk û birayên min ên kurd bixwe. Gefa herî mezin hûn in. Gefa herî mezin a li vî welatî ji bo kurdan tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. Belê tu kes nikare gefan li me bixwe, tu kes nikare çokan bi me bide deynan û serî me bide tewandin. Hûnê vê bizanin û hîn bibin û hûn ê careke din bi di sindoqan de bi vîna gel re rû bi rû bimînin. Yên ku dê we bişînin dê bibin jin û ciwan.

Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin - van mitingi konusmalar 1

‘Hûn dê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’

Sibê rojeke ku dê qedera me hemûyan biguhere ye. Ji ber wê yekê dema hûn çûn ser sindoqan we pisûleya xwe wergirt, bila çavên we tenê li darê bin li dara Çepên Kesk bin. Mohra xwe tenê li binê dara Çepên Kesk bibin. Ji bo ku hûn Çepên Kesk bi awayekî xurt bişînin Meclisê divê hûn teqez tercih bikin. Hûn dê dengê xwe yên duyemîn jî ji bo Erdogan têk bibin bidin. Em ê li Wanê bikin 8 û 0. Hûn dê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’. Ew dê biçin û nikarin êdî werin. Dema me li Wanê kir 8 û 0 hûn ê xwedî li vîn û sindoqên xwe derkevin. Em bi we bawer in, em ê teqez serbikevin, ez ji dil bawer dikim.”

Piştî axaftina Bûldan mitîng bi konsera hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan bi dawî bû.

Di dema belavbûna mitîngê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxale li girseyê kir. Di encama mudaxaleyê de 4 ciwanên ku nasnameya wan nehate hînbûn hatin desteserkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Buldan li Wanê axivî: Em ê sibê ‘xatir’ ji Erdogan bixwazin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *