CENTCOM: Operasyona Tirkiyê dibe sedema bêaramiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fermandarê CENTCOM’ê Michael Erik Kurilla fikarên xwe yên ji ber îhtimala operasyonekî bejayî ya Tirkiyeyê bi ser Bakûrê Suriyeyê anîn ziman û got, “Ew ê aramiya navçeyê têk bide û dê ewlekariya kampên ku girtiyên DAIŞê lê tên girtin, bixe bin metirsiyê.”

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li paytext Dubaî ya Emirtiya Yekitiya Ereban, derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakûrê Suriyeyê de civînek çapemeniyê li dar xist. Erik Kurilla têkildarî îhtimala operasyona bejayî ya Tirkiyeyê hişyarî da û anî ziman ku ew ê aramiya heremê têk bibe û ewlekariya kampên ku 10 hezar çekdarên DAIŞê lê dimînin, bixe bin metirsiyê.

Di berdewamiyê de General Kurilla diyar kir, ew ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê li hemberî têkoşînê DAIŞê berdewam bikin û da zanîn ku di encama hevkariya wan de berpirsekî pilebilind ê DAIŞ’ê di hefteya borî de hatiye desteserkirin.

Her wiha Kurilla anî ziman, “Ew ê heftiya bê raporteke berfireh li ser operasyonên ku di nava salê de ji bo têkbirina DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê hatine kirin, belav bikin.

‘Gefên DAIŞ’ê berdewam in’

Fermandar Kurilla destnîşan kir her çend hêza DAŞI’ê kêm bûbe jî, lê gefên wê berdewam dikin. Kurilla derbarê hejmara endamên DAIŞ’ê yên di kampande têne ragirtin jî parve kir û got, “Nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li kampên binçavkirinê yên li Bakûrê Suriyeyê ne û 10 hezar çekdarên heman rêxistinê jî li navendên girtinê yên Iraqê hene.

Di civînê de ji General Michael Kurilla li hemberî pirsa rojnamevanekî ya wekî “Operasyona muhtemel a Tirkiyê li dijî HSD’ê dê bandoreke çewa li ser têkoşîna Amerîka ya li dijî DAIŞ’ê bike” de jî wiha got, “Ez pir ji vê yekê bifikar im. Ji ber ku ew dikare aramiya herêmê têk bibe û bala hevkarên me yên HSD ji van kampên desteserkirinê bikşîne.”

Fermandarê CENTCOM’ê Kurilla derbirî ku li Bakurê Sûriyê 28 girtîgeh hene û diyar kir ku operasyoneke muhtemel dikare wan bixe metirsiyê. Wi di berdewemiyê de wiha got, “Sala borî nêzî 4 hezar girtiyên DAIŞ’ê ji yek ji van girtîgehan reviyan. Operasyoneke leşkerî ya muhtemel a Tirkiyê, dibe ku ewlehiya Kampa Hol jî bixe metirsiyê. Ji ber vê yekê û ji bo kêmkirina rageşiyê û nehêlin ku Tirkiye operasyoneke bi vî rengî pêk bîne, çi ji destê me were, em ê bikin.” (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
CENTCOM: Operasyona Tirkiyê dibe sedema bêaramiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *