Danişîna doza rojnamevanên Kurd dest pê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Amedê piştî 13 mehan yekemîn danişîna 15 rojnamevanên Kurd ku bi hinceta “Endamtiya rêxistinê têne darizandin” destpê kir.

Yekemîn danişîna 18 rojnamevanên ku 15 jê girtîne, piştî 13 mehan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Danişînê bi parastina rojnamevan Serdar Altan dest pê kiriye û hatiye ragihandin ku hemarek nûner û rêveberên saziyên civakî û hiqûqnas jî beşdar bûne.

Di 8’ê Hezîrana 2022’an de, di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin desteserkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan desteserkirî man 16 rojnamevan di 16’ê Hezîranê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji dozê girtî tên darizandin. Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin jî negirtî tên darizandin. Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Danişîna doza rojnamevanên Kurd dest pê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *