Dema îtîrazên bo lîsteyên serokkomariyê îro bi dawî dibe

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di pêvajoya hilbijartinê de, dema îtîrazên derbarê lîsteya demkî ya serokomariyê de îro saet di 17.00ê de wê bidawî bibe.

Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê re ku dê di 14’ê Gulanê de bê lidarxistin, 45 roj man.

Dema îtîrazan a ji bo lîsteya namzetan a demkî ya serokomariyê, îro saet di 17.00ê de wê bidawî bibe. Pişt re Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) wê îtîrazan binirxîne.

Kar û barên partiyên siyasî yên hilbijartinê jî berdewam dikin. Partiya Kedê (EMEP) ragihandiye ku ew ê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk û bi namzetên xwe bikevin hilbijartina 14’ê Gulanê. EMEP’ê “bi armanca siberoj û xurtbûna” Rêkefina Ked û Azadiyê ev biryar daye.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Erkan Baş jî aşkere kiriye ku lîstikvan Mehmet Aslantûg pêşniyara wan a ji bo namzetiya parlamenteriyê qebûl kiriye.

Yek ji avakarên Partiya Dengê Gel (HAS Parti) û endama Lijneya Rêveber a Giştî ya kevn a Partiya Saadetê Emîne Ûçakê aşkere kiriye ku wê ji bo namzetiyê serî li Partiya Gel a Komarî (CHP) daye. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dema îtîrazên bo lîsteyên serokkomariyê îro bi dawî dibe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *