Demsala berhevkirina zeytûnan li Cizîrê

featured
WÊNE: MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Cizîr ya Şirnexê ku li kêleka çemê Dîcleyê, pala xwe daye çiyayên Gabar û Cûdî, welatiyan dest bi berhevkirina zeytûnan kir. Hilberînerên zeytûnan dibêjin, tevî hemû zehmetiyan ew nikarin heqê keda destê xwe werbigirin.

Gundê Mîr Hesen li kêleka çemê Dîcleyê, di navbera çiyayê Gabar û Cûdî de hatiye avakirin. Ev gund bir navçeya Cizîr a Şirnexê ye û ji dîroka qedîm vir ve zeytûn lê tên çandin.

Zeytûnên ku her sal di demsala payîzê de piştî xebatek demdirêj tên berhevkirin û piştre jî tên cudakirin. Pişt re jî ev zeytûn ji fabrîqeyan re bo ku rûnê wan bê derxistin, tên şandin.

‘Çiqas zehmetiyên wê hebin jî ew qas jî bereket e’

Yek ji hilberînerên zeytûnan Abdullah Dogala, destnîşan kir ku ew kêfxweşî vî karî dike û wiha domand: “Peşiya niha 20 rojan me dest bi komkirina zeytûnan kir. Lê heger ku tu zeytûnan bikî dohn (Rûn) divê ku baranek bibare, dinya pîçekê henîk bibe pişt re dest bi komkirina wan bikî. Çimkî bi vî rengî dohnê wê zêdetir dibe. Ji ber wê jî niha em kom dikin. Dema ku me komkirin jî em ji fabrîkayan re dişînin û dikin dohn. Çiqasî zehmetiyê zeytûnê hebe jî ewqasî bereket û xweşiya wê jî heye. Wexta ku min ev darên zeytûnê çandin stûrahiya dara wê qasî tiliya min bû. Niha mezin bûne. Wexta ku ez bi zeytûnan re mijûl dibim ew rojên berê tên bîra min û ez pê keyfxweş dibim. Ji ber vê jî ez zehmetiyan hemûyan ji bîr dikim.”

 ‘Zeytûn ji Cizîrê belavî her derê bûye’

Her wiha Dogala, derbirî ku dara zeytûnê ewilî li Cizîrê şîn bûye û belavî her derê bûye û wiha berdewam kir: “Ji Tufana Nuh heta niha Cizîr meskenê zeytûnan e. Ez dibêjim cihê ku zeytûn ewilî şîn bûn ev dere, Cudî ye, Gabar e. Ji ber ku dema Nuh kevok firiyandî ku cihê bejahî heye, kevokê bi xwe re çiqila zeytûnê anî bû. Ev jî tê wê wateyê ku Cudî û Gabar warê zeytûnan e. Kêm jî be û zêde jî bin keyfa min jê re tê. Zeytûnê mirov dixwe dike rûn û ji her tişteke wê sûd digire.”

‘Em keda destê xwe nastînin(

Ji welatiyan Omer Bozan (62), anî ziman ku qasî ku ked didin heqê wê nastinin û ev tişt got: “Zeytûn ji her tiştekî rehettire. Komkirina wê pîçek zehmet e. Lê em keda destê xwe nastînin. Ez ji demsala biharê heta niha av didim û pê re eleqeder dibim. Lê qasî ku ked didin heqê keda destê xwe nastinin. Zeytûn salekî digirin salekî nagirin. Îsal jî zêde negirtin. Lê heger mirov pê re eleqeder bibe mirov sûd jê digire. 100 darên zeytûnê hene lê ji hemûyan 500 kîloyên zeytûnan derneketin.” (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demsala berhevkirina zeytûnan li Cizîrê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *