Dengekî ciwan ê nû: Serhed Şahîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Serhed Şahîn di van demên dawî bi strana xwe ya bi navê “Şirîna ber dilêmin” rastî eleqeyeke gelek baş ya mûzîkhezên Kurdî hatiye. Şahîn dibêje ku ew dibin tesîra dengbêjiyê de mezin bûye û niha jî vê çandê bandor li ser hûnera wî kiriye.

Hunermend Serhed Şahîn ku ji navçeya Qelqeliya (Ozalp) Wanê ye, di heyamên zarokatiya xwe de bala xwe dide ser mûzîkê û bi taybet jî mûzîka Kurdî. Ew di zarokatiya xwe de li dawetên gundan dest bi rêwîtiya xwe ya hûnerê dike û piştre jî vê rêwîtiyê bi gavên profesyonel berdewam dike.

Dengekî ciwan ê nû: Serhed Şahîn - kurt muzisyen serhed 4

Serhed Şahîn destnîşan dike ew bi çîrokên derheqê mûzîka Kurdî de yên bav û kalên xwe mezin bûye û herî zêde çîrokên derbarê dengbêjên wekî Şakiro, Evdalê Zeynikê û Reso guhdar kiriye.

Şahîn derbirî ku tevî dayîk û bavê wî, di malbatê de gelek dengbêj hebûne û bandaro wan jî li ser wî çêbûye. Şahîn ku zanîngeh qedandiye niha zanîngeha duduyan dixwîne û hejmarek zêde entrumanên mûzîkê jî bikar tîne. Di heman demê de ew tevli hin pêşbirkên mûzîkê jî dibe û bi vê sayê navê xwe dide bihistin.

Stranên, Xezala Welat, Yeman, Adare berhemên wî yên herî zêde, têne guhdar kirin e.

Şahîn niha xebatên xwe bi kişandina klîba bo strana “Şirîna ber dilêmin” didomîne.

Berdewamiya wê di nûçeya me ya bi vîdeo de ye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dengekî ciwan ê nû: Serhed Şahîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *