Derhêner Panahî li Îranê hate girtin

featured
Wêne: Twîtter
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê, ji derhênerê sînemayê Cafer Panahî re ji ber peyamên wî yên medya civakî, 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

Li gor nûçeya Bîanet Kurdî, derhêner û produktor Mohammad Rasoûlof û Mostafa Aleahmed ji ber mesajên xwe yên medyaya civakî hatibûn girtin û Panahî dema bo dîtina van kesan çûbû Girtîgeha Evîn ya paytext Tehran ya Îranê,  li wir hatibû desteserkirin.

Piştî demekê, derbara rewşa wî de, Berdevkê Wezareta Dadê ya Îranê aşkere kiriye ku Panahî şandine Girtîgeha Evînê.

Panahî di Festîvala 65’ê ya Fîlman a Berlînê de xelata Hirçê Zêrîn, di Festîvala 71’ê ya Fîlman a Cannesê de jî xelata Baştirîn Senaryoyê wergirtiye

Bertekên li hemberî girtina hunermendan

Komîteya Festîvala Fîlman a Cannesê ku bertek nîşanî girtina her sê derhêneran da, diyar kir, “

“Em weke Festîvala Fîlman a Cannesê, girtinan û zext û zordariyên li ser hunermendan şermezar dikin. Em weke Festîvalhe bang dikin ku Mohammad Rasoulof, Mostafa Aleahmad û Jafar Panahi demildest serbest bibin.”

Komîteya Festivala Berlînê jî derbarê girtina hunermendan de daxuyaniyek weşandiye. Dîrektora Festîvalê Mariette Rissenbeek û Carlo Chatrianî di daxuyaniyê de gotiye, “Hunermend ji ber ku li dijî tundkariyê ketine nava hewldaneke aştiyane hatine girtin, ev tiştekî gelekî ecêb e.”

Derhênera navdar Juliette Binoche ya ku di fîlmê “Copie Conforme” de bi hev re lîstine, ji bo biryara girtina Panahiyî gotiye, “Sûcê wî hunermendî ye, serbixwebûnî ye”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Derhêner Panahî li Îranê hate girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *