Di dema berhevkirina pincar de jiyana xwe ji dest da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Colemêrgê, jina ku bo berhevkirina pincarê çûbû çiyê, ji zinarekî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Dîsa bi heman sedemê jinek ji zinarekî ketiyê û lingek wê şikestiye.

Hat ragihandin ku li gundê Xenanisa ku 15 kîlometreya ji Colemêrgê dûr e, jina bi navê Medîne Koç a 52 salî, bi armanca berhevkirina pincarê çûye çiyayên li heremê. Tê diyarkirin ku di dema berhevkirina pincar de Koç ji zinarekî ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Piştî ku Koç ji aliyê ekîbên hewarçûnê ve rakirin nexweşxaneya Colemêrgê, tevî hemû mudaxaleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da

Dîsa hat destnîşan kirin ku li heman rojê gundê gundê Şivîşek ya bi ser bajarê Colemêrgê jina bi navê Fehîma Dûman jî xwestiye li çiyê pincar berhev bike. Wê çaxê Dûman jî ji zinarekî ketiye xwarê  û lingek wê şikestiye.

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di dema berhevkirina pincar de jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *