Di dîrokê de yê ewilî robot îcat kirî kî ye ?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala


    Ev dahêner e kî ye ? Niha ewilî Japon , Sîn an jî Ewropa tê bîra xwendewanan. Heke hûn wisa bi fikirin, hûn li ser texminek şaş in.  Ev zanyar ne ji wan netewan e. Çi alaqa wî bi wan gel û erdnîgariyan nîne. Hêlina şaristanî , zanyarî û nûvekaran   xaka kurdistanê ye. Gelê kurd ji dîrok û rastiya raboriya xwe dûr e. Heke gelek xwedî hişmendiyeke dîrokî nebe , xwedî li nirx , dahênanên xwe ji dernakeve. Vêca gelên cînar , biyanî li xwedî nirx , zanyar , alimên wan derdikevin. Di vî warî de Ehmedê Xanî wiha dibêje”; Na, Kurd ne pir xav û negihiştî ne. Lê belê bêmecal in, bêkes û sêwî ne.
Ne ku hemî pêkve nezan û nexwendî ne. Lê belê bextreş in, bêçare û bêxwedî ne.” Feylesofê nemir bi van gotinên dîrokî rewşa kurdan dahûrine.  Gelên bindest ji dîroka xwe dûr dikevin. Bawer nakin ku zanyar û alimên mezin ji wan radibin. Zanyar , danerên xwe nasnakin û wan endamên hinek netewên din dihesibinin. Ev ji bişkivandina wî gelî nîşan dide. Gelê ku ji rastî , taybetiyên dîrok û hişmendiya netewa xwe averêbû , wê çaxê aqil , hişmendiya wan ji kisî serwera ye. Ji çand , nirxên xwe biyanî dibin. Bêkes , bêçare diminin û nezan , cahil dibin. Nezanî , cahiliya wan bi xwe re biyanîbûyin , bêesl û bêbingehitiyekê ava dike. Nizan li zanyar , afiriner , rewşenbîr , alimên xwe derbikevin. Wan ji netewa xwe nabînin û biyanî dihesibînin. Serwerên xaka kurdan ka çawa erdnîgariya kurdan parvekiriye wisa ji zanyar , alim, dahêner , nivîskarên me ji li xwe parvekirine. 


       Mijara min ya vê heftiyê li ser îcatkerekî navdar yê Kurd e. Yê ku dîrokê de yekemin , ewilî robot afirandî , li ser nexşeya DNA , komûterê fikirên xwe beyan kirine. Li ser van mijarên giring teorî nivîsandine û fikirên cuda di dîrokê de gotine. Ev kesê afiriner eslê xwe ne japon e , ne sînî ye , ne ji ew ewropayî ye , eslê xwe kurd e. Kurdekî cizira botan e. Niha ji  gora wî li cizirê di hewşa mizgefta Nuh pexember daye.
   Em ê qala afirinerê kurd Simail cizirî bikin. Simail cizirî çi îcat kiriye , ji ku ye û eslê xwe ji kîjan netewê ye. Ezê jê re bêjim Simailê Kurdî. Di derbarê kokê dahênere gewre de fikirên cuda hene. Her çi qas lêkolîner , dîrokvan  derbarê eslê wî de xwediyên ramanên têvel ji bin. Ev cudahiya ramanan ji bêxweditiya kurdan der dikeve holê. Ka cawa fars wêjeya xwe bi baba Tahirê hemedanî didin destpêkirin û wî fars dihesibibin.

Simailê kurd ji ketiye ber bextreşiya baba Tahirê hemedanî. Simailê kurd ji wekî gelek kesên kurd bextreş bûye kurd nehatiye dîtin û wekî endamê netewên biyanî derbasbûye dîrokê. Bextê nivîskar , rewşenbîr , zanyar , afirinerên kurd reş e. Lê her çi qas  hinek veqanûsan  esl û bingehê wî bialigir tomar kiribe ji , dîsa rastiya bingeha wî nikariye berewajî bikin.  Li ser jiyana Simail kurdî, lêkolîner û nivîskar Ebdullah Yasın ê Cizîrî, agahiyên berfireh dide Simail kurdî, wî wekî “dahênerê mezin ê kurdê Cizîrê” tîne ziman û diyar dike ku ew ji bilî zimanê xwe yê zikmakî kurdî, bi erebî, farisî, tirkî û latînî dizane. Lê li aliyê din hinek dîrokzan wî tirk û ereb dibînin. Zanyar û nivîskar Toygar Akman, akademîsyen û dîrokzanê zanistê Zekai Şen û endezyarê Sirbî Vukobratovic ji El-Cezerî re wek “dahênerekî tirk” bi nav dikin. Li gorî îdîayên zanyar Francis Charles Moon û hin lêkolîneran ew dahênerê Ereb e. Li gorî lêkolin,lêpirsin û vekolandinên min Simail Cizirî esl û feslê xwe kurd e. Zimanê wî yê zikmakî kurdî ye. Bajarê lê hatiye cîhanê war , bingeha kurdan e. Rejeya Cizirê ya wê çaxê sedê sed kurd e. Dibe çend mal û nifusek kêm biyanî be. Dîrokzanan li gorî serweriya desthildaran  ya li ser xaka kurdistanê esl û bingê wî nivîsiye. Heke gelek bêxwedî, bêreber, sêwî be, ku serwer  wan bişkivinin xwedî li hemû tiştê wan derdikevin.

Bi vê rêbazê politikayê gelên bindest ji nirx , çanda xwe biyanî dikin. Yê li ser zatên navdar lêkolinê dikin li gorî arşivên serdestan diçin û heta digihin rastiyê gelek tiştên şaş dinivîsin. Dîrokê ji rastiyan bêpar dihêlin. Cînar, serwerên xaka kurdistanê çand, nirxên me ji xwe re kirine pûr û talan. Jê gelek wec û sûd jêgirtiye. Lê kurdan jî çi çaran ji nirx,çand,dîroka xwe wec negirtiye herdem bûne pale û karkerên xelkê.
    Em werin ser kurtejina Simailê Kurd. 1136( pişti zayinê) li Cizira botan li taxê torê afirinerekê çavên xwe vedikirin jiyanê.Navê wî Bedîûzeman Ebûl’îz Îsmaîlê Rezazê Cizirî. Ev zarokê Cizirî  dê dexma xwe li dîroka fîzik,  endezyarî û sîbernetikê bidaba. Sazûmankarê pêşin yê ewilî yê robot , sîbernetikê ye. Simaliyê kurd ku tê dîtin ku di warê sîbernetîkê de gavên ewil avêtine û robota ewil çêkiriye û xebitiye. 


      Fîzîknas û zanyar Cezerî ku damezrînerê sîbernetîkê tê hesibandin, xwendina xwe li Medreseya Camia qedandiye, giranî daye warên fîzîk û mekanîkê û gelek îcad û îcad kiriye. Mîna bavê xwe yê beriya xwe, li Qesra Artukluyê, ku rûniştgeha Şaxa Mêrdînê ya Mîrektiya Artukluyê bû, ku li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê wekî stuxwar serwerî dikir, wek endezyarê sereke xebitî. Paşê wî xizmeta Mûsil Zengîn û Sultan Selahaddîn Eyûbî Dewleta Eyûbî kir.


     Her çi qas dinivîsên rojavayiyan de hatibe nivîsandin ku kevokek bihilmê dixebite ji aliyê Archytas hatibe îcatkirin ji, kevintirîn qeyda nivîskî ya robotîkê ya ku tê zanîn ya Simail kurd e. Li gorî lêkolînek, Kurdî beşek ji kevneşopiya pîşesaz bû, û ji ber vê yekê ew ji dahênerek bêtir endezyarek pratîkî bû, ne ku bi teknolojiyê re eleqedar bû bi hunera amûran re. Ew bi gelemperî li şûna hesabkirina teorîkî, makîneyan bi ceribandin û xeletiyê peyda kir. Makîneyên otomatîk ên ku ji aliyê Kurdî Pirtûka ku Di Endezyariyê de Bikaranîna Tevgerên Mekanîk Dihewîne” (El Câmi-u’l Beyn’el İlmî ve Al-Ameli’en Nafi fî Sına’ati’l Hiyal,  ku prensîbên karanînê û îmkanên karanînê bi xêzkirinan nîşan dide, dibêje ku her zanista teknîkî ya ku di pratîkê de neyê wergerandin dê bikeve navbera rast û xeletiyê.Her çend nusxeya orîjînal a vê pirtûkê neketibe jî, hin nusxe di hin pirtûkxaneyan de ne û muzexaneyên li Amerîkaya Bakur û Ewropayê. Destnivîsa herî kevin a ku heta roja me ya îro maye, “Pirtûka li ser zanîna Amûrên Mekanîkî yên Awarte” li Qesra Topkapiyê ya Stenbolê ye.Berhemên din Pirtûkxaneya Bodleian, Pirtûkxaneya Zanîngeha Leîdenê ne. Chester Beatty Pirtûkxaneya wê û çend pirtûkxane û mûzeyên din ên Ewropayê tê de ne.ve hatine çêkirin, ku di dîroka zanistiya cîhanê de yekem zanyarê lêkolînên girîng li ser zanista sîbernetîk û robotan a îroyîn kiriye, kevirên bingehîn ên zanistên mekanîkî û sîbernetîkî yên îroyîn pêk tînin. 


    Li gor dîrokzanan dibêjin ku Leonardo da Vincê best ji xebat , ramanên Simail Kurd girtine. Xelefên wî wec û best ji kar û ramanên wî girtine. Bingehê xebatên robot û sîbernetikê avêtine. Di warê sîbernetîkê de jenosîdê herî mezin ê fîzîknas, robot û matrixê mamoste Simailê kurdî li Cizîrê ji dayik bû û jiyana xwe ji(1206) dest da. Ev zanyarê ku li Cizîr û Amedê jiyaye û di edebiyata cîhanê de xwedî cihekî pir girîng e, li ser 50 amûrên mekanîkî û talîmatên çêkirina wan vegot. Di nav van de, ew piranî bi dahênana xwe ya “saeta avê ya bi fîl” ve tê naskirin.


       Berhemên Simailê Kurdî:
       saeta ava fîlan

       cerza tawusê

        saeta çira rûnê

       saetên mûma

      Kaniyên  makîneya avê otomatîk

      Makîneyên firotanê yên ji bo avdestê saz bi robotan dileyizin


Çavkanî: cezerî-vikipedî, islam ansiklopedisi.


    Nivîskar:  Mehmet Gür

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
 Di dîrokê de yê ewilî robot îcat kirî kî ye ?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *