Qenala Şehmîranê ya dîrokî tê paqijkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Qanala Şehmîranê ya dîrokî ku ji serdema Urartûyan maye tê paqijkirin. Makîneyên kar bermahîyên di nava qenalê de berhev dikin û bi kamyonan derdixin derveyî bajêr.

Qanala Şehmîranê bi navê din Qanala Menûa, ji alîyê Urartûyan ve hatiye çêkirin û mînaka şaheseriyekî endezyarîya avê ya cîhanê ye. Qanal 51 km xwedî dirêjiyê ye û li gor zanyariyan temenê wê nêzî 3 hezar salin.

Her sal tevî hatina biharê qanal ji aliyê ekîbên Midurîyeta Karên Avê ve tê paqijkirin û jibo avdanîyê tê amadekirin. Makîneyên kar bermahiyên ketine nava qanalê paqij dikin û derdixin derveyî bajêr.

Qenala Şehmîranê

Qanal berîya zayînê di navbera salên 810 û 786 ji alîyê qralê Urartûyan Menua ve bi armanca avdanîya deşta Wanê hatîye çêkirin. Qanal 51 km xwedî dirêjiyê ye û yek ji mînaka sereke ya endezyarîya avê ya şaristanîya Urartûyan e.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qenala Şehmîranê ya dîrokî tê paqijkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *