Mexdûriyeta KHK’iyan berdewame

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Heta niha bi sedhezaran karmend û karker bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (BHK-KHK) ji kar hatine derxistin. Her çiqas ji van çend kes ji kar re hatibin radestkirin jî hêj bi sedhezaran kes mexdûr in. Li Wanê tevî ku nayê zanîn hejmara kesên ji kar hatine derxistin çendin, li gor çavdêrîyan ev hejmar derdora 4 hezaran e. Kesên ku ji kar hatine derxistin di vê pêvajoyê de hem alîyê jiyanî hem jî di alîyê derûnîyê de ketin nava tengasîyên mezin.

Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi hinceta “Têkilîya rêxistinê” 134 hezar karmend bi rêya KHK’ê ji kar hatin derxistin. Ji van kesên ji kar hatine derxistin, hinek hatin girtin û derbarê hin kesan de jî lêpirsîn hatin destpê kirin. Di vê pêvajoyê de encama darizandinê de hejmarek zêde karmend bê sûc hatin dîtin, lê dîsa jî destûr nehate dayîn da ku dest bi kar bikin. Piştî salekê ji bo îtîrazên van kesan bêne nirxandin, Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL) hate avakirin. Karmendên ji kar hatine derxistin di vê pêvajoyê de jibo jiyana xwe bidomînin ketin nava hewldanan û kargeh vekirin. Lêbelê gelek ji wan boneya ku bi KHK’ê ji kar hatine derxistin li cihek din nekarîn kar peyda bikin.

‘Pêşîyê em ji kar derxistin, piştre jî hewldan ku ji me re sûc peyda bikin’

Karmenda bi navê Sabriye Kanat li Wanê yek ji van kesaye ku bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin. Kanat, li Şaredariya Artemêtê (Edremît), wekî Midûra Polîtîqayên Jinan dixebitî. Bi hincetên wekî serdanên girtîgehê, parvekirinên medya civakî û du dozên berê ku bi beraetê encam bûne, ji kar hate derxistin. Doza Kanat, li Dadgeha Îdareya Heremê hate redkirin û niha li Dadgeha Îstinafê tê dîtin. Kanat ev pêvajo nirxand û diyar kir; “Pêşîyê em ji kar derxistin, piştre jî hewldan ku ji me re sûc peyda bikin”

Mexdûriyeta KHK'iyan berdewame - Mexduriyeta KHKiyan hej berdewam e sabirye kanat
Sabriye Kanat

Kanat, di berdewamîyê de anî ziman ku di vê pêvajoyê de ji xwe re kargehek vekiriyê û piştî demekê neçar maye ku kargeha xwe bigire. Kanat, ku niha bêkar e, dibêje ku her çiqas bêkar be jî boneya dizane bê sûce, ew kêfxweşe.

‘Ez nizanim em çima ji kar hatin derxistin’

Yek ji karmendên ji kar hatine derxistin jî Fatma Arslan e. Arslan dema ku serokatîya Şaxa Sendîqeya Karkerên Tenduristîyê (SES) dikir, tevî 45 karmendan bi heman KHK’ê ji kar hatiye derxistin. Arslan, destnîşan dike ku hikûmet dixwaze dengên muxalîf pêpes bike û wiha pêde çû: “Ez 25 sale karmend bûm. Dema ku ez ji kar hatim derxistin û pîşeya min ji destê min hate wergirtin ez pir xemgîn bûm. Sedema derxistina kar jî tu carê ji me re nehate gotin. Dosya min hêj jî li komîsyona OHAL’ê ye. Ez nizanim heta kengî ev rewş wê bidome. Komîsyon wekî qotyek girtîyê. Tu kes nizane ka di hundirê wê de çi tê kirin.”

Mexdûriyeta KHK'iyan berdewame - Mexduriyeta KHKiyan hej berdewam e Fatma Arslan
Fatma Arslan

‘Pêwîste av hesap were pirsîn’

Sînan Ok, di 6’ê Çileyê 2017’ê ji karê xwe ya Midûrîyeta Giştî ya ÎŞ KUR’ê hatiye derxistin. Tevî ku derheqê wî de tu lêpirsîn an jî dozek tuneyî OK ji kar hatiye derxistin û di vê pêvajoyê de rastî gelek zehmetîyan hatiye. OK, diyar dike ku gelek kes bê sûc ji kar hatine derxistin û wiha axivî: “Pergela Hikûmeta Serokwezîrtiyê li ser esesa KHK’yan hatiye avakirin. Bi darê zorê li ser civakê hatiye ferz kirin. Loma dema ku pêvajoyek demokratik dest pê bike, ev rejîm nikare xwe li ser pîyan bigire. Pêwîst e, ev hesap ji wan were pirsîn”

Mexdûriyeta KHK'iyan berdewame - Mexduriyeta KHKiyan hej berdewam e Sinan Ok
Sînan Ok

Piştî du salan vegeriyaye ser kar

Jina karmend a bi navê Fîgen Çolakoglu, di sala 2017’an de ji kar hatiye derxistin. Ew jî wekî kesên din beyî hincetekî derbasdêr hatiye mexdûrkirin. Piştî ku Çolakoglu dest bi têkoşîna hiqûqî dike di nava 2 salan de ev têkoşîn encam dide û dîsa vedigere ser karê xwe. Çolakoglu vê pêvajoyê wekî derhuquqî û kêfî nirxand û ev tişt gotin: “Hêj jî em baş nizanin ka em çima ji kar hatin derxistin û çima cardin vegeriyan. Hemû pêvajo bi avayekî kêfî dewam kir. Jibo me ceribandineke bi êş bû. Ez bi avayekî serbilind û serfiraz vegeriyam ser karê xwe. Aliyekê em kêfxweşin lê alîyê din dilşikestine. Lewra hêj gelek hevalên me yên ji kar hatine derxistin hene. Em hêvî dikin ew jî dê vegerin ser kar.

Mexdûriyeta KHK'iyan berdewame - Mexduriyeta KHKiyan hej berdewam e Figen Colakoglu 1024x769 1
Fîgen Çolakoglu

Nuçe: Yeşîm Karaagar

(Lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mexdûriyeta KHK’iyan berdewame

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *