Di hefteya bê de 10 fîlmên nû dikevin vîzyonê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vê hefteyê, 7 jê xwe malî 10 filmên nû wê di sînemayan de bê nîşandan.

Fîlma “Avatar“ê ku bi avayekî 4K wê cardin bê nîşandan ji aliyê James Cameronê xwediyê xelata Oscarê wê hatibû kişandin.

Fîlm di sala 2009’an de di sînemayan de derketibû pêşberî sînemahezan û yek ji fîlma herî serkeftî dihat hesibandin. Sam Worthington, Zoe Saldana, Stephen Lang, Michelle Rodriguez û Sigourney Weaver di fîlmê de lîstine.

Di hefteya bê de 10 fîlmên nû dikevin vîzyonê - Di hefteya nu de 10 filmen dikevin vizyone
Fîlma Avatar

Fîlmê di qada “Sînematografiya Herî Baş”, “Sêwira Produksuyona Herî Baş” û “Efekta Dîtbarî ya Herî Baş” de Xelatên Oscarê bidest xistibû.

Fîlma”Ji Xwe Ra Neke Derd Yara min” ji aliye derhiner Olîvîa Wîldeyê ve hatiye kirin. Wîle di heman demê de di rola serekede jî cih digire.

Fîlm qala jineke ku ji jiyana xwe gelek razî ye lê bi derketina hin rastiyan va jî jiyana wê digûhere, dike.

Di fîlmê da Florence Pugh, Chris Pine, Gemma Chan ve Harry Styles jî lîstiye.

“Reflection”

Selçuk Yontem û Taro Emir Tekîn dileyîzin. Qala bûyerên di otêlekê dikin ku otel li Stenbolê ye. Yasemîn Szawlowskî, Alî Sureya Tuncer û Elît Andaç Çam jî di vê fîlmê lîstine. Îlker Savaşkurt derhêner e.

“Ji Min Re Qala Tarîtiya Xwe Bike”

Senaryoya vê fîlmê Gîzem Kizilê nivîsiye û di heman demê derhêner e jî. Di fîlmê de qala bûyerên ku di navbera zilamekî miriye û di dema mirîşûştinê de di navbera endamên malbata wî de derdikevin holê dike.

Aslihan Gurbuz, Serpîl Gul, Gîzem Guçlu, Mehmet Yilmaz Ak û Gîray Altinok tê de lîstine.

“Evîn, Mark û Mirin”

Belgefîlma Cem Kaya qala çîroka 60 salên dawîn ên koçberên Tirkiyeyî yên li Almanyayê ne dike.

“Kazimê Dîn”

Fîlmê komedî ye. Ozgur Murat Sonmez derhêner e. Qala Kazimê ku dixwaze xwe bigihijîne hevalên xwe yên ji şerê sala 1920î pê ve li giravê mehsûr mane dike.

Fîlmên anîmasyonê yên vê hefteyê

“Cehnî” ya fîlmê anîmasyon ê xwemalî ye ku Nurullah Yenî derhêner , qala cehniya bi navê Riyah a ji Mekeyê ji bo maka xwe xilas bike diçe Medîneyê dike û ew li ser rê bi hêştireke navê wê Jabal e re hevaltiyê dike.

Alîce Blehart “Sîndirella û Hevalên Wê yên Delal” wek fîlmê anîmasyonê kişandiye û tê de qala Ella û hevalên wê yên dixwazin mîrzayê di bedena mişk de girtî maye, xilas bikin, dike.

Fîlmên tirsê yên xwemalî yên vê hefteyê

Fîlmê “Kerb”ê ya ku Onur Aydogan derhênerî kir û ya “El Hass” a Yildiray Akin derhênerî kirin jî fîlmên tirsê yên vê hefteyê ne.

Serhat News

Jêder: Bîanet Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di hefteya bê de 10 fîlmên nû dikevin vîzyonê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *