Di salvegera mirina Jîna Amînî’de stranek nû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hunermend Ridvan Îbrî ji bo bîranîna Jîna Amînî stranek amade kir û wek klîbekê belav kir.

Îro 16’ê Îlonê salvegera qetilkirina aktîvîsta kurd Jîna Mahsa Amînî ye. Amînî di 16’ê Îlona 2022’yan de li Tahranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin. Serhildanên piştî qetilkirina Emînî dest pê kir, salek in berdewam dikin.

Hunermendê kurd Ridvan Îbrî li ser bîranîna Jîna Amînî stran û klîba bi navê “Jîna Emînî” amade kir. Kom Muzîkê klîbê li ser hemû hesabên xwe yên platformên medya dîjîtal belav kir.

Ridvan Îbrî di sala 1989’an de li navçeya Hawêl a Sêrtê hatiye dinyayê û di 2013’an de li Stenbolê bi cih dibe.  

Ridvan İbri  hestên xwe yên der barê vê berhemê de wiha tîne ziman: “Bo mînak, daxwaza pevrejiyanê ku mirov di avakirin û birêvebirina wê de zehmetiyê dikişînin heke dewlet li hemberî vê yekê hişmendiya xwe ya prîmîtîf û xam bikin dewreyê, bi biskeke jineke nûciwan nikaribin û tevî hemû van tiştan jî ji xwe fedî nekin, hingê tekane rêya ku li ber we dimîne vegotina hebûn xwe ye.

 Di demên bi vî rengî de, hemû şaxên hunerê jî dê helbet çek û rextên xwe girê bidin. Min jî vê carê devê çeka xwe ber bi xwe ve kir ku ev çek pênûsa min e û bi fêdî ev stran beste kir.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di salvegera mirina Jîna Amînî’de stranek nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *