Di Şaredariya Rêya Armûşê de nîqaşa ‘Passat’ê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wesayîta bi marqeya ‘Passat’ ku di çarçoveya îhaleya karûbarên avdaniyê de, ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve hatibû pêkanîn, bûye mijara nîqaşê.

Ev wesayît, di dema dewr û teslîmê ya midûrê, Midûriyeta Park û Baxçeyan ya Şaredariya Rêya Armûşê de, nehatiye radestkirin. Tevî vê yekê şirketa ku îhale wergirtibû, piştî mehekê wesayîtek nû radestî şaredariyê kiriye.

Derbarê Midûrê Çapemenî û Têkiliyên Gel, her wiha yê Park û Baxçeyan yê Şaredariya Rêya Armûşê Adnan Gul de ku dihate gotin, du meaşan bi hevre werdigire, pirr nîqaş hatibûn kirin. Piştî van nîqaşan Gul ji peywira Midûriyeta Park û Baxçeyan hatibû dûrxistin. Li gel vê, Gul derheqê rojnamevanên ku derbarê wî de nûçe çêkiribûn de jî gilî kiribû.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, di dema midûriyeta Adnan Gul de, ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Piştgiriyê ve, ji bo Midûriyeta Park û Baxçeyan, boneya kar û barên avdaniyê wesayîtên arazozê hatine radestkirin, lê derketiye holê ku otomobîla siwarbûnê nehatiye radestkirin.

Di Şaredariya Rêya Armûşê de nîqaşa ‘Passat’ê - Passatt 750x542 1

Otomobîla swarbûnê nehatiye radestkirin

Piştî ku di dema dewr teslîmê de ev wesayîta navborî nehatiye radestkirin, bi nivîsekê ji Adnan Gul hate xwestin ku wesayîtê radestî Midûriyeta Park û Baxçeyan bike. Lê wesayîta ‘Passat’ a bi plaqe, ’36 AAG 235’ tu di çapemeniyê de jî cih girtibû, nehate radestkirin. Li ser vê yekê, şîrketa ku îhale wergirtibû, di çarçoveya îhaleyê de wesayîta bi marqe ‘Megane’ radest kir.

Rewşa wesayîta berê ne diyar e

‘Passat’ a ku şîrketê dabû Gul, hêj jî di nava şeradariyê de bûye mijaran nîqaşan. Midûriyeta Xizmetên Piştgiriyê ku derbarê mijarê de me hevdîtinek pê re kiriye, destnîşan kir ku wesayît ji Midûriyeta Park û Baxçeyan re hatine tehsîzkirin. Rayedarên heman midûriyetê jî diyar kirini ku di dema dewr û teslîmê de ev wesayît ji wan re nehatiye dayîn: “Di dema redestkirina wesayîtan de otomobîlan swarbûne nehatiye dayîn. Pişt re li ser daxwaza me di çarçoveya şertnameyê de wesayîta bi marqeya ‘Megane’ şîrketê radestî me kiriye. Lê ‘Passat’a mijara gotinê redestî me nehatiye kirin.”

Li gor îdîayan, ‘Passat’a ku bûye mijara nîqaşan, ji aliyê Adnan Gul ve hatiye anîn û beyî ku girtekeke fermî bê girtin, her meh ji fîrmaya ku îhale wertgirtiye, 20 hezar TL standiye. Wesayîta ku pêwîst bu bo xebatên li qadê bê bikaranîn, ji aliyê Gul ve wekî wesayîta meqamê hatiye bikaranîn. Aqubeta ‘Passat’ê jî hêj ne diyar e.

Midûrê Çapemenî û Têkiliyên Gel yê Şaredariya Rêya Armûşê Adnan Gul, pirsên me yên derbarê mijarê de bê bersiv hiştin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Şaredariya Rêya Armûşê de nîqaşa ‘Passat’ê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *