Di şerê Elbakê de çeka cerdevaniyê hatiye bikaranîn-Hat nûkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Elabaka Wanê di navbera du malbatan de şerê çekdarî derket. Di encama şer de 4 kesî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Her wiha hat hînbûn ku di şerde çeka cerdevaniyê hatiye bikaranîn.

Serê sibê li zozana Hotkan ya di navbera gundên Sikranis (Dereiçi) ya navçeya Elabaka Wanê û Kirom (Bilgilî) ya bi ser Colemêrgê de ji ber pirsgirêka erdê di navbera du malbatan de şer derket. Di encama şerê çekdarî de welatiyên bi navê Memet, Suleyman, Mustafa û  Cihangir Macu jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûye.

Piştî bûyerek hejmarek zêde leşker çûne heremê û tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Tê diyarkirin, di şer de çeka cerdevaniyê ya ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn, hat bikaranîn.

Li gor agahiyan ev çend sale di navbera herdû malbatan de ji ber van zonanan pirsgirêk hebûye û herî dawî jî ev pirsgirêk bûye sedema şerê çekdarî.

Herwiha heftêya borî li gundê Hêrêsan a bi ser navçeya Şaxê ya Wanê, di navbera du malbatan de jî dîsa bi heman sedemê şer derketibû û kesekî jiyana xwe ji dest dabû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di şerê Elbakê de çeka cerdevaniyê hatiye bikaranîn-Hat nûkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *