Di teqîna Rihayê de hejmara miriyan zêde bû

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Riha di avahiyeke 7 qatî de teqînek çûbûye. Waliyê Rihayê ragihand ku di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan li Taxa Bahçelievler Rihayê di kargeheke dibin avahiyeke 7 qatî de ji ber qaza xwezayî teqînek çûbû. Hat ragihandin ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûne.

Sedema teqîna gaza xwezayî nehatiye zelalkirin û ji ber teqînê zerar gehiştiye avahiyê. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên agirkujiyê û tendirûstiyê çûn cihê teqînê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Waliyê Rihayê Salih Ayhan ku li cihê bûyêrê lêkolîn kirin, ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayhan di gotinên xwe de piştrast kiriye ku di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

Salih Ayhan her wiha diyar kir ku tedbîrên ewlekariyê hatine wergirtin û kesekî din jî di nav avahiyê de maye û hewlên derxistina wî berdewam in. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di teqîna Rihayê de hejmara miriyan zêde bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *