Di VanSporê de nîqaşên piştgiriyê: Ên ku soza xwe bicih neyînin emê eşkera bikin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di van demên dawî de bo piştgiriya VanSporê hin civîn hatibûn lidarxistin. Tevî ku di van civînan de sozên piştgiriyê hatibûn dayîn, bi boneya ev soz nehatine bicih anîn, rê li ber hin nîqaşan hatiye vekirin. Kuluba VanSporê, bi ser vê yekê daxuyaniyek da û diyar kir ên ku di van civînan de soz dane û sozên xwe bicih ne anîne, ew ê eşkera bikin.

 Di şeva piştevaniya bo VanSporê de ku bi tevlibûna Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û rêveberiya AKP’ê ya Wanê hatibû lidarxistin, gelek sozên piştgiriyê hatibûn dayîn. Bona ku ev soz nehatine bicih anîn bajêr li ser medya civakî nîqaş berdewam dikin. Gelek welatiyên ku bi ser hesabên medya civakî, dibêjin ev sozên karsazên nêzî AKP’ê dane, bicih ne hatine, yek bi yek van navan eşkere dikin û pirs dikin ku çima soz bicih nayên?

Serokê VanSporê Feyat Kiyak, piştî ev nîqaş berfireh bûn, bi ser hesaba xwe ya medya civakî, sozên nehatine bicih anîn qebûl kir, lê van nîqaşan jî wekî hewldanên ‘Kaosê’ bi nav kir.

Daxuyaniyên nexweş

Kiyak, ev nîqaş wekî, daxuyaniyên nexweş pênase kir û got, “Ev nîqaşên nexweş yên derbarê welatiyên me ku piştgiriyê kuluba me, em gelek xemgîn kirine. Ez ji hemû hemşehriyên xwe yên heta niha soz dane û bicih anîne spasiyên xwe pêşkeş dikim. Tu gumana me tuneye ku, hemşehriyên me yên soz dane, sozên xwe bicih neyînin. VanSpor, tîma gelê me ye.”

Ên ku soza xwe bicih neyînin emê eşkera bikin!

Kiyak, got ku wan wekî ku di kongreyê de jî soz dane, kesên ev sozên xwe bicih ne anîne wê eşkere bikin û destnîşan kir ku lê ji bo vê biryarê dem hêj zû ye.

Di berdewamiyê de Kiyak, wiha domand: “Kesên ku di kongreyê de soz dane û sozên xwe bicih ne anîne, em ê eşkere bikin. Ew yek ne raste ku hin kes van gotinên me bikarbînin û karsazên me têxin bin tohmetê. Kesên ku sozên xwe bicih neyînin jî em ê helbet eşkere bikin. Ji bo vê jî dem hêj gelek zû ye. Em baş dizanin ku hin kes bi van gotinên tuj dixwazin VanSporê bikêşin nava kaosê. Em ên ku van dikin baş dizanin. Eger wiha benrdewam bikin, em ê wan eşkere bikin.

Çi qewimî bû?

Serokê Kulûba Sporê Mehmet Avcî di 22ê Hezîranê de bi rêya parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku ew dev ji wezîfeya xwe berdidin.

Avcî di parvekirina xwe de, gotibû bi Waliyê Wanê Dr Ozan Balcî re hevdîtinek pêk aniye û di encama hêvî û pêşniyarên Walî Balcî de ew di wê baweriyê de ne ku di xebatên ku di bin serokatiya wî de bên kirin de xaleke hevpar tune ye û ji ber vê yekê ew veqetiya.

Piştî îstifaya Mehmet Avcî, Rêvebera Tîma Futbolê ya Jinan a VanSporê Şehnaz Nîgar Çelîk jî ji wezîfeya xwe îstifa kir. Piştî îstifayan Yavuz Kuşan ê ku berê Serokê Navçeya Rêya Armûşê yê AKP’ê bû dest bi wezîfeyê kir. Di kongreya ku piştî Kuşan hate kirin de, kesên di rêveberiya AKP’ê cih girtine û yên nêzî wê, di rêveberiya VanSporê de cih girtin. Ev mudaxaleyên siyasî yên li hemberî VanSporê li bajêr bûbûn sedema bertekên cidî.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di VanSporê de nîqaşên piştgiriyê: Ên ku soza xwe bicih neyînin emê eşkera bikin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *