Dozger daxwaza berdewamiya girtina rojnamevanan kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di doza rojnamegerên kurd de, dozger daxwaz kir ku rojnamevan girtî bên darizandin.

Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamegerên kurd li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di roja duyemîn de berdewam kir

Piştî parastina rojnamegerên girtî, rojnamegerên ne girtî parastina xwe kirin.

Rojnameger Kadîr Bayram ê negirtî tê darizandin îdianame wek “naveroka wê vikûvala ye” pênase kir.

Rojnameger Esmer Tunç jî parastina xwe bi kurdî kir û wiha got: “Ez spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me, dikim. Xebatên min ên rojnamegeriyê hatine wek sûc hatine dîtin. 800 rûpel îdianame ji xebatên rojnamegeriyê pêk tên. Gelo li vî welatî ku mirov kameravaniyê bike sûc e? Wek ku Serdar Altan gotiye, em li vir ne ji bo hesab bidin ji bo em hesab bixwazin li vir in.”

Rojanemger Mehmet Yalçin jî ku negirtî tê darizandin anî ziman ku 10 sal in ew kameravaniyê dike û bal kişand ser axaftinên xwe yên di telefonê de û got: “Ji vê xwezayîtir tiştek nîne.”

Piştî parastina rojnamegeran li şahidên eşkere û veşarî hat guhdarîkirin.

‘Tu sûcek nehatiye kirin’

Mehmet Çelîk ê bi sifata şahidiyê parastinê kir, destnîşan kir ku ew êvarê saet ji 18.00’an heta saet 22.00’an wek nobedar li prodüksiyona Arî xebitî ye û got: “Li vir tu sûc nehatiye kirin. Ez xebatkarên şirkete nas nakim. Ev rojnameger in, belgesel û rojnamevaniyê dikin.”

Şahidê/a veşarî jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Şahidê/a ku deng û dîmenên wî/wê hat guhertin navê rojnamegeran jê re hat xwendin û îdia kir ku hemû rojnamegeran nas dike. Serokê dadgehê ji şahid pirsa “tu van ji ku nas dikî” kir û wiha bersiv da: “Ez ji çalakî û şahiyên li Amedê tên lidarxistin nas dikim.”

Ji şahidê/şahida veşarî yê ku bi ser rojnameger Azîz Orûç de îfade daye jî hin pirsên dadger bersivandin. Wî/wê got, “Li qada çapemeniyê ya rêxistinê dixebitî û wezîfe dikir. Wî bi xwe ji min re got berê li ku perwerdehî dîtiye û li qadên çawa xebitî ye. Weşanên ku propaganda rêxistinê dike kiriye û ji weşanên li Ewropayê re agahî ragihandine.”

Şahidê/a veşarî îdia kir ku rojnameger li produksiyona PEL’ê bernameyan çêdikin û ji Stêrk TV û Medya Haber TV re şandine.

Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr, ji şahid xwediyê produksiyona PEL’ê pirs kir ka nas dike an na. Şahid îdia kir ku  xwediyê produksiyonê du sê caran li derve dîtiye.

Kezban Kuday a ku şahidiya eşkere bû jî li pey îdiayên xwe nesekinî û tiştên wê gotine ne rastî ne û prudoksiyona PEL’ê hevpeyvîn û bernameyan çêdike û bi awayek legal bi her kesî re parve dike.

Dozger mutalaya xwe eşkere kir. Dozger bi hinceta, “rewşa delîlên heyî, wesf û mahiyeta sûcan, komnekirina delîlan” xwest rojnameger girtî bên darizandin.

Danişîn bi parastina parêzerên rojnamegeran a li dijî mutalayê û îdianameyê berdewam dike. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dozger daxwaza berdewamiya girtina rojnamevanan kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *