DSO: Rewşa Lezgin a Covîd-19’ê Qediya

featured
VOA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

DSO’yê ragihand ku rewşa lezgîn a tenduristiya gel a navneteweyî ya Covîd-19’ê qediya

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku Covîd-9 wek rewşeke lezgîn a tenduristiya gel a ku xwedî girîngiyeke navneteweyî ye, qediya.

Ghebreyesus derbarê rewşa dayî ya Covîd-19’ê de li navenda DSO’yê ya bajarê Cenevre ya Îsvîçreyê civînek çapemeniyê li dar xist.

Ghebreyesus destnîşan kir ku Covîd-19’ê di 3 salên dawîn de jiyan serobino kir û li gor raporên gihiştine DSO’yê ji ber şewbê 7 milyon kes mirin, lê ew dizanin ku ev jimar zêdetir e.

Ghebreyesus got ku ji ber Covîd-19’ê sînor û dibistan hatin girtin, hereketên mirovan hatin sînordarkirin û bi milyonan mirov rastî pirsgirêkên derûnî hatin.

Ghrebreyesus da zanîn ji ber aşîkirin û zêdebûna jêbexşiya mirovan ji salekî zêdetir e ku Covîd-19 kêm dibe û ji ber vê jî gelek welat vegeriyan jiyana berî Covîd-19’ê.

Ghebreyesus got ku “Duh Komîteya Rewşa Lezgîn a DSO’yê cara 15’emîn civiyaye û pêşniyaz kir ku ez dawî li rewşa acîl a tenduristiya gel a xwedî girîngiya navneteweyî (ya Covîd-19’ê) bînim. Min jî ev pêşniyaz qebûl kir. Ez bi hêviyeke mezin îlan dikim ku Covîd-19 êdî tehdîdeke tenduristiyê ya navneteweyî nîne.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
DSO: Rewşa Lezgin a Covîd-19’ê Qediya

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *