Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide

featured
Bîrkan Çelîk
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bîrkan Çelîk ê endamê Koma Amedê ya ku di nava civaka Kurdan de nav û deng e, derbarê mûzîka Kurdî de hin nirxandin kirin. Çelîk destnîşan kir ku di van demên dawî de hejmarek zêde hunermendên ciwan dest bi xebata mûzîkê kirine û got, ev jî bo  mûzîka Kurdi hêvî dide.

Koma Amed, salên 90’î, di bin şert û mercên giran yên siyasî de dest bi xebatên mûzîkê kir. Tevî ku 30 sal derbas bûbe jî Koma Amed hê jî bi ecibandineke mezin û kelecaneke xurt, ji aliyê mûzîkhezên Kurd ve tê guhdarkirin.

Mohra xwe li mûzîka Kurdî xist

Komê bi albûmên xwe yên bi navê “Kulîlka Azadî”, “Agir û Mirov” û “Dergûş” mohra xwe li mûzîka Kurdî dabû û hê jî tesîra wê bi avayekî berbiçav li ser mûzîka Kurdî dom dike.

Evdilmelîk Şexbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fîkrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hatin ba hev û hîmên Koma Amedê avêtin. Pişt re Serhat Karakaş, Merdan Zirav, Memo Gul, Mehmet Kaya, Bîrkan Çelîk, her wiha Serap Sonmez, Suleyman Gultekin û Leyla tevli komê bûn.

Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide - koma amed 1
Koma Amed

Kom, bi albûma ‘Kulîlka Azadî’ rastî eleqeyek gelek baş hat. Strana Grekan (Yewnan) a bi navê ‘Tellî Tellî’ hêjî li ser lêva guhdaran e û tê ecibandin.

Li Ewropayê jî konser dan

Piştî ku endamê Komê Evdilmelik Şêxbekir di sala 1992’an de jiyana xwe ji dest da, komê di bin sêwaneya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) de xebatên xwe domandin.  Komê, bo cara ewil strana ‘Çaw Bella’ bi Kurdî stiriya. Stranên Koma Amedê yên wekî Rindê, Destana Silopî, Berî Her Tiştî Kurd im, Agir û Mirov, Çiyayên Me, Jiyanek Nû, Ronahî û Berîvan, Can Feda, Îro Dîsa û Baran Baranê çend ji wan stranan in ku hêj jî di hişê mirovan de cihê xwe diparêzin. Komê li gelek bajarên Ewropayê jî konser organîze kirin û li dervayî welat jî rastî eleqeke pir mezin hat. Albuma wê ya bi navê ‘Dergûş’ zêdetirê 200 hazarî hate firotin. Heta ku di sala 1999’an de Wezîrê Karê Hundir ê wê demê Îsmaîl Cem ev albûm xelatê endamên Yekitiya Ewropayê kiribû û gotibû “Mêze, li welatê me mûzîka Kurdî jî tê kirin”

Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide - koma amed1
Koma Amed

Piştî weşandina sê albûman, ji ber pêkutiyên siyasî endamên komê koçî Ewropayê kirin û kom belav bû.

Endamê komê Bîrkan Çelîk ku dermansaze, piştî belavbûna komê neçû Ewropayê û li Qersê pîşeya xwe ya dermansaziyê berdewam kir. Çelîk niha hê jî li Qersê ye û li gel dermansaziyê, wênekêşiyê jî dike. Kîjan rojnamevan biçe Qersê beyî dîtina Çelîk venagere.

Çelîk ku ev 32 sale li Qersê jiyan dike, çîroka xwe ya bi Koma Amedê re bi Serhat Newsê re parve kir.

Çelîk, bi jenandin tembûr û gîtarê dest bi mûzîkê kiriye û têkiliya xwe ya bi mûzîkê re weki evîne pênase dike. Çelîk di dema konserekê de ji ber gotina “Dê lorî lorî berxê min lorî “ rastî lêpirsînê hatiye û biryar daye ku heta qedexeya li ser mûzîka Kurdî ranebe ew êdî stranên Tirkî nabêje. Û cardin jî negotiye.

Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide - Endame Koma Amede Celik Xebaten hunermenden ciwan hevi dide

Çelîk li ser pirsa me ya ‘Gelo çima wê çaxê Koma Amed evqas rastî eleqeyê hat?’ de jî wiha axivî: “

Wê çaxê em bi temamî profesyonel nebûn. Her yek me xwedî pîşeyên cuda bûn. Me guh nedida nav û dengiyê. Dibe ku ji ber vê be jî. Li dijî derketina qedexayan jî kêf dida me. Şert û mercên me yên xebatê gelek giran bûn. Me nota hemû yek bi yek destan dinivîsî. Hin caran em 24 saetan ranediketin.”

Çelîk, diyar kir ku ji wê demê û vir ve mûzîkê guhertineke mezin derbas kiriye jî, her çiqas cihêrengiya muzîkê zêde bibe jî tiştên ku her tim derdikevin pêş, tiştên kêm in. Çelîk, pêvajoya belavbûna komê wek “Dema ku tişt hatin serê me ji hev belav bûn” tîne ziman û destnîşan dike ku îro muzîkjenên girîng tên perwerdekirin, lê divê piştgirî bê dayîn. Çelîk, anî ziman ku ji ber westiyaye dev ji mamostetiya gîtara klasîk berdaye û got ku tevî her tiştî ew bi saya ciwanan ji muzîkê hêvîdar e.

Endamên komê cardin hatine ba hev

Endamên Koma Amedê, Serhat Çarnewa, Suleyman Çarnewa, Memo Gul û Mazlûm Rewşen di meha Sibatê de li ser medya civakî daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ev cardin hatine ba hev û wê bi hevre bixebitin. Wan a strana bi nave ‘Êvar e’ li ser hesaba Youtubeyê parve kir û versiyona stranê ya akustîk ji li ser hesabên medya civakî hatin parvekirin. Memo Gul di vê derbarê de got, “Em wekî Koma Amedê cardin hatin ba hev. Vê yekê qasî guhdaran kelecanek mezin da me jî.”

Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide - koma amed2 768x497 1

Çelîk derbarê vê mijarê de jî hin nirxandin parve kirin û wiha axivî: “Elbet, dibe ku kom berdewam bibe. Bi tevlibûna kadroyên berê û hin endamên nû dibe ku bê avakirin. Ji ber ku êdî temenê me derbas bûye, ciwan ji me çalaktir in. Ez her tim dibêjim; gelek ciwanên me yên serkeftî hene. Ji Wanê bigre heta Amed û Stenbolê zarokên me gelek pêşketine. Lewra ez bibawerim ku ew ê tevkariyek baş bidin mûzîkê”

VÎDEO-MONTAJ: Dildar Guler

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Endamê Koma Amedê Çelîk: Xebatên hunermendên ciwan hêvî dide

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *