Li Wanê rojên sînemayê destpê dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Chalak Events bi navê “chalaKINO” dest bi nîşandana fîlman û gotûbêja ligel derhêneran dike.

Chalak Events dê navbera 5’ê Tebaxê û 14’ê Cotmehê de li Wanê 14 fîlmên cuda yên Kurdî pêşkeşî sînemahezan bike.

Chalak Evetns a Wanê ev proje amade kiriye û di vê çarçoveyê de, 9 filmên metrajdirêj û 5 kurtefîlm dê bêne nîşandan û li gel derhênerên wan gotûbêj bên lidarxistin. 

Chalak Evetns herwiha 6 çalakiyên wekî gotûbêj, semîner û atolye jî dê li dar bixe.

Fîlm dê li salona ŞanoWanê bêne nîşandan û gotûbêjên ligel derhêneran jî dê bi awayê online li dar bikevin.

Chalak Evetns bi vê projeya xwe dixwaze di nava xwendekarên sînemayê, sînemaçêkeran û temaşevanan de bibe pirek daku ew bikaribin ji ezmûnên hev sûdê werbigirin û civatek di nava wan de pêk were.

Chalak Evetns sala 2017’an ewilî li Stenbolê paşê jî li Wanê (2018) û Amedê (2022) wekî platformeka xwendekarên Kurd hatiye avakirin

Platform a ku zêdetir xîtabî ciwanan dike, çalakiyên têkildarî çand, huner, wêje û ziman pêk tîne.

Tevahiya bernamaya Chalak Evetns a Wanê wiha ye:

Nîşandana fîlman û gotûbêjên online

5ê Tebaxê:

Behr Rabû (Emîr Xulamî), Navnîşan (Aram Dildar), Şiwênpence (Zanyar Mihemmedîniku), Bêdeng (Rêzan Yeşîlbaş)

Nîşandana Fîlman (kurtefîlm), Saet 18.00

Gotûbêj ligel Emîr Xulamî, saet 21.00

Mêvan: Aram Dildar, Zanyar Mihemmedîniku, Rêzan Yeşîlbaş

Civatgêr (Moderator): Roniya Çalî

12ê Tebaxê:

‘Bîranînên Hespê Reş – Şehram Elîdî’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj),  saet 18.00

Gotûbêj li gel  Şehram Elîdî, Saet 21.00

Civatgêr: Rowal Navgundî

19ê Tebaxê:

‘Mandoo – Îbrahîm Saedî’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj li gel Îbrahîm Saedî, Saet 21.00

Civatgêr: Zanyar Mihemmediniku

26ê Tebaxê:

‘Cîran – Mano Xelîl’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj ligel Mano Xelîl,  Saet 21.00

Civatgêr: Bîlal Korkut

2ê Îlonê:

‘Xanîyê Bêban – Solîn Yusif’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj ligel  Solîn Yusif, Saet 21.00

Civatgêr: Fatoş Yildiz

9ê Îlonê:

‘Bîraxane – Bîlal Korkut’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 18.00

Gotûbêj li gel Bîlal Korkut, Saet 21.00

Civatgêr: Yehya Omerî

16ê Îlonê:

‘Ezmûn – Şewket Emîn Korkî’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj û Mastercalass li gel Şewket Emîn Korkî , Saet 19.15 

Civatgêr: Havîn Kîye

23ê Îlonê:

‘Di Navberê De – Elî Kemal Çinar’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj li gel Elî Kemal Çinar, Saet 19.15

Civatgêr: Mihemed Şarman

30ê Îlonê:

‘Govenda Elî û Dayika Zîn – M. Alî Konar’ Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj ligel M. Elî Konar, Saet 19.15

Civatgêr: Hasan Bayam

7ê Cotmehê:

‘Zer – Kazim Oz’  Nîşandana Fîlmê (metrajdirêj), Saet 17.00

Gotûbêj û Masterclass li gel Kazim Oz, Saet 19.15

Civatgêr: Remezan Kaya

14ê Cotmehê:

‘Aforoz’  Nîşandana Fîlmê, Saet 17.00

Gotûbêj û Semîner li gel Yılmaz Ozdil , Saet 17.30

Civatgêr: Armanc Dayan (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê rojên sînemayê destpê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *