Ermenî li Wanê komeleyekî vedikin: Armanc, pêşxistina têkiliyên gelan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiya Ermenî Gayane Gevorgyan, piştî di Tîrmeha 2015’an de vegeriya Wanê, tevî hin dostên xwe yên bûne misilman, lez da avakirina komeleyê. Gevorgyan, destnîşan kir ku wan bi mebesta bi rêya turîzmê pêşxistina têkiliyên di navbera gelan de, biryar dane ku komeleyeke wiha vekin.

Malbata Gayane Gevorgyan, ku ji navçeya Westana Wanê ye, di sala 1915’an de derbasî Ermenîstanê bûye. Gevorgyan, jî pîştî koça malbata xwe ya 100 salan, di Tîrmeha 2015’an de tê Wanê û li Navçeya Artemêta bi cih bû.

Gevorgyan, yekem Ermeniye ku ji sala 1915’an vir ve cara ewil li Wanê avahî kiriye û li vir cih bûye. Ew niha tevî hin dostên xwe yên bûne misilman, pêşengiya avakirina komeleyekî dike.

Gevorgyan, diyar dike ku ew bi biryare heta dawiya emrê xwe li Wanê bijî, loma ew gelek ji Wanê hez dike û dibêje wê zarokên xwe ji bîne vê derê. Gevorgyan her wiha qala vekirina komeleyê jî kir û wiha pêde çû: “Ev demek di hijê min de vekirina komeleyekî hebû. Beriyê ez difikirîm ku li Stenbolê vekim. Encax ez li Wanê cih bûm. Ev meheke ez bo vekirina komeleyê amedekariyan dikim. Me bo vekirina komeleyê hemû serlêdanên xwe kirine. Di nava demek kin de em li benê de komele bê vekirin”

Ermenî li Wanê komeleyekî vedikin: Armanc, pêşxistina têkiliyên gelan e - Gayane Gevorgyan 1024x682 1
Gayane Gevorgyan

‘Gel piştgirî dide min’

Gevorgyan anî ziman ku ew dixwazin ji bo hemû gelên cîhanê, Ermenî, Tirk û Kurd komeleyekê ava bikin û her wiha got ku li aliyê din ew dixweze çanda Ermeniyan bide jiyankirin. Gevorgyan, di berdewamiyê de wiha got: “Gel bi min re ye. Di nuqteya vekirina komeleyê de min ji cihên wek Mêrdîn, Amed û Mûşê gelek piştgirî girt. Ev piştgirî min gelek kêfxweş dikin. Ez dixwazim çanda Ermeniyan li vir zindî bihêlim. Bê guman, tiştek bi tenê nabe. Gelek kes alîkariya min dikin, bi taybetî jî Muazzez xanim. Ew bi alîkariya min hêzê didin min. Di destpêkê de, ez pir fikirîm ka ez çawa dikarim bi tenê bikim, lê gava ku piştgirî zêde bû, min riya xwe domand.”

‘Wan rûmeta min e, ez ê bi hemû hêza xwe bikim’

Gevorgyan bi bîr xist ku dêra li hemberî Birca Keçikê ya Artemêtê di sala 2007’an de hatiye çêkirin û wiha got: “Cara herî dawî min dêr dît, di rewşeke pir xerab de bû. Ji bo restorekirina wê me serî li Şaredarê Artemêtê Îsmaîl Say da. Hat restorekirin lê gelek tişt winda ne. Her çend me daxwaz kir ku notirvan bê dayîn jî, ev nebû. Îsal gelek turîst hatin Wanê. Nexwestin bikevin dêrê, gotin ‘dê ser me de xerabe’ Em plan dikin ku hemû cihên dîrokî yên wêranbûyî nûjen bikin. Wan baş-xerab, rûmeta min e û ez ê çi ji destê min bê bikim’

‘Xebatkirina dêran tune ye’

Gevorgyan, destnîşan kir ku lênêrîna mizgeftan ji bo dêran jî bi heman awayî nayê kirin û got ku ew li Wanê û navçeyên wê li gelek dêrên wê geriyane û bûye şahid ku her dêra ku pê re rû bi rû maye yan ji bo heywanan hatiye bikaranîn yan jî weke baxçe hatiye bikaranîn. Gevorgyan got, “Cihên dîrokî çi qas bên temîrkirin û bên parastin, dê ewqasî bala geştiyaran bikişîne û bazirganiya wan jî zindî bibe. Cudakarî pir guneh e. Ji min re dibêjin ‘Gayana xanim, tu li wir î, ma tu nabînî li ser rêya gund dêrek heye. Çêlek girêdan, hûn çima midaxale nakin?’ dipirsin. Ez nikarim debara xwe bikim, ezê çawa jê bikim, ma ne guneh e?” berteka xwe diyar kir.

Gevorgyan bal kişand ser krîza ku esnafên Wanê dijîn û destnîşan kir ku divê hemû esnaf, Wanê biparêzin û bi vî rengî hejmara turîstên ku bên bajêr wê zêdetir bibe. Gevorgyan da diyar kir ku hemû xebatên wî yên ji bo komeleyê temam bûne û wiha got: “Komele tê wateya hevgirtin û parvekirinê. Em ê wekî 7 kesan serlêdana nû bikin. Hemû belgeyên me amade ne. Bi saya vê komeleyê dê hejmara turîstên ku bên bajêr zêde bibe. Di navbera ermenî, tirk û kurdan de tu carî cudahî dernakeve.”

“Bi saya komeleyê dê hejmara turîstên ku bên bajêr zêde bibe”

Jina Misliman a ji Westana Wanê Muazzez Ozen jî diyar dike ku ew pir difikire ku ew çawa tevkariyê li Wanê bike û wiha axivî, “Wan welatekî pir xweş e, em dixwazin turîstên Ermenî yên ku dê biçin dervayî welêt bên Wanê. Di çarçoveya vê komeleyê de em ê tûrîstan bînin Wanê û tevkariyê bikin.”

Ermenî li Wanê komeleyekî vedikin: Armanc, pêşxistina têkiliyên gelan e - Muazzez Özen 1024x682 1
Muazzez Ozen

‘Ger hundirê mizgeftekê weke embar bihata bikaranîn, em ê cîhanê xera bikin’

Ozen derbirî ku ew ê ferq û cudahiyê nexin navbera Ermenî, Tirk û Kurdan de û wiha dewam kir: “Mirov mirov in, reng û nijada wan ferq nake. Ez bawer nakim ku kes li hember min bertek nîşan bide. Divê meriv bi karê xwe kêfxweş bibe û ya herî girîng jî ev e. Divê ew hurmetê bidin xebata civakî ya ku ez dikim, û ew ê li bendê bin. Em ê xebatên restorasyonê bikin. Wek xanimê Gayana got, dema ez çûm gundê Altinsaç, min dît ku di hundirê dêrê de embar çêkirine. Rewşeke pir xerab e. Ji ber vê yekê bifikire, empatiyê bikin, heke hundurê mizgeftek wusa bûya, em ê dinyayê hilweşînin. Lê tu kes ji me ji ber dêrê dengê xwe nake. Ha dêr, mizgeft, îbadetên me, mizgeft, dêra wan, ferqa me tune ye, em herdu jî diçin cem Xwedê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ermenî li Wanê komeleyekî vedikin: Armanc, pêşxistina têkiliyên gelan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *