Fîlma ‘Bîraxane’ dê li Wan û çend bajarên din bê nîşandan

featured
Wêneyek ji fîlmê/BotanTimes
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Fîlma Bîraxaneyê ku derhêner û senarîstê wî Bilal Korkut e dê li bajarên Wan, Amed, Batman û Mêrdînê bê nîşandan.

Bîraxane sala 2022’yan li Mêrdînê hate kişandin/teswîrkirin. Fîlm li yek mekanî derbas dibe û mijara fîlmê li ser helbestên şaîrê navdar ê Kurd, Arjen Arî hatiye raçandin.

Filma Bîraxaneyê promîera xwe ya cîhanî li 9’emîn Festîvala Fîlman a Netneteweyî ya Duhokê pêk anî.

Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Yavuz Akkuzu, Kemal Ulusay û Hilmi Demirer wekî lîstikvanên serekî di fîlmê rol digirin.

Fîlma ‘Bîraxane’ dê li Wan û çend bajarên din bê nîşandan - Filma ‘Biraxane de li Wan u cend bajaren din be nisandan

Piştî demeke dirêj fîlm dê li çendîn bajarên kurdan bê nîşnandan.

Bernameya nîşandana fîlmê wiha ye:

2’yê Îlonê li Şanoya Rûtuela a Batmanê saet 20:00’ê,

3’yê Îlonê li Bezgin Bekira Amedê

6 û 7’ê Îlonê li Şaneşîna Mêrdînê û li Nisêbînê

9’ê Îlonê li Wanê wê di çarçoveya chalaKİNO’yê de bê nîşandan.

Bîraxane, yekem fîlma metrajdirêj ya Bilal Korkutî ye. Korkut, heta niha kurtefîlmên wekî ‘Li Pey Nanê Xwe’, ‘2 Rapor Ji Akademîyê Re’, ‘Ez Tusubasa Me’ û ‘Çi Bikim?’ berhem anîne. (BotanTimes)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Fîlma ‘Bîraxane’ dê li Wan û çend bajarên din bê nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *