‘Ger Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê wê ji holê rabe’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi têkildarî girîngî û mayîndebûna ziman de got, “Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu wê bi demê re ji holê rabe.”

Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Li gorî zanîstên ziman ên UNESCO’yê ji destpêka mirovahiyê heta niha 30 hezar ziman dihatin axaftin lê tenê 7 hezar ziman gihiştine roja me. Tê destnîşan kirin ku di roja me de ji van zimanan nêzî 2 hezar ziman bi xetereya ji holê rabûnê re rû bi rû ne.

Yek ji gelên rastî van polîtîkayên êrişên sîstematîk ên li ser ziman ku weke amûra bingehîn a pişaftina gelan hatiye diyarkirin tê jî gelê kurd e. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi têkildarî girîngî û mayîndebûna ziman nirxandin kirin.

‘Her netew bi zimanê xwe tê nasîn’

 Sûbaşi, anî ziman ku hêmana herî girîng ku neteweyan diyar dike zimane, netewe bi zimanên xwe tên nasîn û wiha got: “Heke zimanê me nebe ji aliyê miletan ve jî em nayên nasîn, ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ziman xwedî girîngiyeke jiyanî û stratejîk e.”

 ‘Heke ziman nebe çand jî nabe’

Sûbaşi di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rastiya ziman hebûna wî ye. Heke tu nikarî vê hebûnê biparêzî tu ji xwebûnê derdikevî. Dibe ku tu jiyana xwe bidomînî lê wê her tim di kesayeta te de şikestinek çêbibe. Çand û ziman wê şexsiyeta gelekê bi hêz bike. Heke ziman hebe dikarî romanan binivîsî, muzîkê çêbikî, dikarî şanoyê binivîsî û di gelek qadan de berheman hilberînî. Ev jî bawerî û hêza kesan zêde dike. Ji ber vê yekê çand û edebiyat gelek girîng e û ya ku bingeha van çêdike jî ziman e. Heke ziman nebe çand jî nabe.”

Sûbaşi, qala girîngiya zimanekî ku zimanê perwerdehiyê be û di qada çapemeniyê de bê bikaranîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanên ku di van qadan de neyên bikaranîn wê têk biçin. Heta ku kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û xwedî statu nebe wê bi demê re ji holê rabe. Ji ber vê yekê divê zanîngeh, enstîtu, akademî û televizyonên zimanekî ku divê pêşbikeve hebin. Mixabin zimanê kurdî îro gelek ji van qadan bê pare.”

‘Ger Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê wê ji holê rabe’ - ‘Ger Kurdi nebe zimane perwerdehiye we ji hole rabe 1
Eyup Subaşi

Polîtîkayên pişavtinê

Sûbaşi, xebatên ku li dijî van polîtîkayên pişaftin û kêmasiyan dimeşînin ragihandin û wiha pê de çû: “Her roja ku diçe em zimanê xwe baştir pêş ve dibin, dinivîsin û dixwînin. Lê ya girîng ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê  mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest bixin.”

‘Divê xwedî li ziman bê derketin’

Sûbaşi, bal kişand ku dewletê polîtîkayên xwe yên li ser kurdî zêde kirine û ev tişt gotin: “Di qenalên televizyonan de 24 saetan weşanên Tirkî tên kirin. Dema em li rojnameyên rojane, dibistinan, akademiyan û zanîngehan dinerin bi tu awayî Kurdî nabînin.”

Sûbaşi, destnîşan kir ku ji bo xwedî li nasnameya xwe derkevin divê ewilî xwedî li ziman derkevin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em bi zimanê xwe binivîsin û nîşanî zarokên xwe bikin. Li cihên ku em lê dimînin divê hesas nêzîkî ziman bibin. Divê em li malên xwe cih bidin pirtûkên kurdî. Divê em pirtûkên kurdî diyarî derdora xwe û cîranên xwe bikin. Heke em weke gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare zimanê me tune bihesibîne. Ji ber vê yekê divê em xurttir bikin û veguhêzin cihê pêwîst.” (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Ger Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê wê ji holê rabe’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *