Girtiyeke nexweş ê 71 salî serbest hatiye berdan

featured
Bianet
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Girtiyê nexweş ê bi navê Necmettin Ormanli ku 71 saliye ji Girtîgeha Eskîşehirê serbest hatiye berdan.

Girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 71 salî di sala 2020’an de li Silopiya ya Şirnexê bi îdiaya ku “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Ormanli li Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê dihat ragirtin. Yek ji girtiyên nexweş bûye û nexweşiyên wî yên tansiyona bilind, diyabet, astim, bronşît û nexweşiya dil hebûn.

Ormanli piştî serbest hate berden li ber derê girtîgehê ji aliyê malbat û xizmen xwe ve hate pêşwazîkirin.

Di sala bori de herî kêm 81 girtî mirin

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD), li Tirkiyeyê hîna 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di sala 2022yan de bi kêmanî 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girtiyeke nexweş ê 71 salî serbest hatiye berdan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *