Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 14 hezarê derbas kir

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Erdogan li Dîlokê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku di çarçoveya gera xwe ya jibo herêmên erdhejê de hatiye Dîlokê derbarê erdhejê de agahîyên dawî parve kir. Erdogan li ber konên AFAD’ê ku bo mexdûrên erdhejê hatine vedan axivî û got “Di erdhejê de heta iha 14 hezar û 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara birîndaran jî bû 63 hezar û 794 kesan.”

Herwiha Erdogan da zanîn ku ew ê 10 hezar TL bidin malbatên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne.

Wek tê zanîn Erdogan çend roj beriya niha daxuyandibû, li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûye bo 3 mehan rewşa awarte (OHAL) ragihandine. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 14 hezarê derbas kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *