Helbestvan Baran: Dem mohra dilê me ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvan Suat Baran, ku hêjayî xelata ‘Pêşbirka helbestan a Arjen Arî’ hatiye dîtin, dibêje, “Di helbesta min de bi saya hestan dem rasterast û lîneyar naherike, dem mohra dilê me ye.”

Cara 7’emîn li ser navê Arjen Arî yê şairê gewre, ji aliye malbata wî û Weşanên Sor ve pêşbirka helbestan hatibû li dar xistin. Suat Baran jî hêjayî xelatê hatibû dîtin. Dosyeya Baran ji aliye Weşanên Sor ve di sala 2020’an de hat çapkirin. Me li ser pirtûka Baran ya bi navê ‘Elbakof’ hevpeyvînek pêk anî.

Di helbesta we de şopên heyînparêz hene. Her tim divegere cihê destpêkê. Di hinek helbestan de jî li pişti taritiyê her tim hêvî hatiye xefkirin. Gelo ev tercîhek e?

Tecrûbeya her mirov li jiyanê cuda ye, helbet wexta em li ser hûr dibin ferqa navbera hatina me li dinyayê û çûyina me ji vê dinyayê kêmtir dibe, yanî destpêk û dawî dibin yek, loma em jî her tim berê xwe didin destpêkê. Heger em ji destpêkê tev de ji bîr bikin hemî biryar û dîtînên me kêm û şaş dibin. Ji ber ku destpêk pêşiya me ronî dike, tiştê ji bîra me diçe dîsa tîne bîra me… Ji hêlek din ve jî, wateya hebûna me li vê dinyayê û têkiliya me bi însanên din gelek caran me dixe nav fikaran, em hewl didin fêm bikin ka ewqas teşqele bo çi ye? em çima ji bo navekî, pozîsyon û erdekî û zarok û gelek tiştên din çavnebariya hev dikin? têr nabin û rê li ber hev digirin; axirî em çi dixwazin ji vê heyatê? Ew pirs di jiyana me ya gişan de hene û em bêrawest ji xwe wana dipirsin… Ya rast min bi xwe tu caran dev ji pirsan bernedaye, pirsan ez êşandibim jî dawiyê ya pêşiya min ronî kiriye dîsa pirs bûn; bi saya tarîtiya pirsan min ronahî dîtiye, min dilê xwe aşt kiriye. Bêguman wek te jî gotî, ew hewldana min û lêgerînek nav rihê xwe mohra xwe li helbesta min jî xistiye.

Hêsta mirin û bêdawîbûnê pir zêde ye. Her tim hûn di nava çûn hatinekê de ne. Di helbestê de wext rasterast naherike. Hûn vê yeke gelo wekî şêwazekê bi kar tînin an na?

Kî dikare helbestê ji heyatê qût bike û bêje tu têkîliya wê pê re nîne. Bawer nakim yekî bi aqil berê xwe bide îdayeke wiha pûç. Çimkî ezmûnên me yên nav jiyanê qet naqedin, kengî yek xilas be yeka din tê ber me û em her dibêjin “Wa bila ew jî xilas be ez ê hingê rehet bim”, lê dawî ne li azmûnan ne jî li têkiliyan tê. Her tişt tenê, wek Heraklîtos dibêje, ‘Diherike’. Lê wexta bûyer, însan û azmûn di jiyana me de diherikin gelek caran em tiştan tev li hev dikin û nizanin ka ew însan kî bûn? ew bûyer kengî qewimîn? gelo duh bû an jî îro? yanî her tişt di nav hev de dihele û dibe yek û yekta…Axirî li dawiyê em dibînîn piştî însanan, bûyeran, cih û waran tiştê tenê li me dimîne hest in; em angorî hestan dijîn, hest ji me re dibe qawet, tiştê bêhna me fireh dike hest e, tiştê dinya li ber çavê me reş dike jî dîsa hest e. Li ber vê rastiyê ez nikarim derewan li xwe û li tu kesî bikim. Helbestên min nivîsandî jî dengvedana vê rastiyê ne, rastiya ku ez li dinyayê û di nav xwe de dibînim. Loma wexta min ew ristik dinivîsand di serê min de tiştekî wiha tunebû ku ez vêya wekî metodokê bi kar bînim, tenê min dixwast tişt çawa tên ser ziman û dilê min ez jî wana wisa li ser kaxizê binivîsim. Bi awayekî din min feyza xwe ji jiyana rojane, ji însanên derdora xwe, ji bûyerên sivik û giran yên jiyana me ya rojane girtiye. Vê yekê hem zimanê min sivik kir ku bêyî ferheng mirov kare bixwîne hem jî mêjî û cihana helbestên min girantir û aloztir kir, lewra jiyana rojane ji hêlek din ve sade û sivik e ji helekê din ve jî komplîke û zêde berbelav e; mîna sûreteke heqîqî ya jiyana me ye. Loma ji bo helbesta xwe karim bêjim a ez sûreta wê diresimînim hem çîroka min hem jî çîroka însanên din e. Dem jî bûyer jî îmaj û nexşe jî tê de dibin yek. Cudahî lê nîne, çimkî ew dûstûreke li dijî qayîdeya heyatê ye. Hesta bûyera duh îro vediguheze û dibe bûyereke nû lê ji ber ku em hestê ji bîr dikin tenê bi bûyerê re eleqedar dibin. Di helbesta min de bi saya hestan dem rasterast û lînear naherike, dem mohra dilê me ye.

Helbestvan Baran: Dem mohra dilê me ye - WhatsApp Image 2022 04 07 at 10.36.45

Di xeyalên we de şopên mîtolojiya Yewnanan tên dîtin. Her wiha têgeh û epîzod jî hatine bikaranîn. Vê yekê hûn wekî sentezekê bi kar tînin?

Min du lîsans xwendine, yek wêjeya Yewnanî yek jî ya Îngilîzî. Hem di lîsansa xwe de hem jî piştî wê û heta niha, hema bêjim qederê 18 salan ez dîrok û edebiyata Yewnanan dixwînim. Bêhemdî xwe min gelek feyz ji wan girtiye, gelek tişt ji wan elimîme. Vê yekê tesîrek li helbesta min jî kiriye. Lê wek te jî tespît kiriye hêmayên mîtolojiya yewnanan ne tenê tê de nin, ya welatê farîsan, ereb û Misrîyan û ya Kurdistanê jî tê de cihê xwe girtiye. Ew senteza min e, wekî rastiya Kavafîs qal dikir, ez ne yewnan im lê yewnanî me (den ime ellinas, ime ellinikos); yanî wexta dibêje “ellinikos” bala me dikşîne mîrata helenîstîk û tesîra miletên sûrî, ereb, fenîke, hindû û gelek miletên din ku têkiliya wan bi bajarvaniya yewnanan re wisa xurt bû li dawiyê xwedayên wan jî çand û jiyana wan, yên her du aliyan di nav hev de heliyan. Belkî senteza min jî sentezeke wiha be, baş nizanim.

Nexşên kevneşopiya devkî ya Kurdî zedê xuya dibin. Lê belê hûn cih didin têgehên nûjen jî. Li gor we di cihana we ya kurdî de hûn dikarin bi nêrîneke gerdûnî pêşkeş bikin?

Zaroktî parçeya herî xweş ya jiyana mirovekî ye, zaroktiya min jî di nav gundê min û bajaran de, di nav kurd û tirkan de, di nav havîn û demsalên din de bûbû du perçe. Kevneşopiya kurdî çavkaniya xwe ji gundê min, ji zaroktiya min digre. Wexta mezin bûm û min xwest bala xwe bêtir bidim kurdî û bixwînim nexşên zaroktiyê tev li xwendin û fikrên min yên nûjen jî bûn. Ev sentezeke gelekî berbelav e, hûn dikarin şopên wê di heyata her kurdekî de bibînin ku dixwînin û kurdî ji xwe re dikin derd û xem. Helbet kurdbûn gelek wateyan di nav xwe de dihewîne, hinek însan sînorên wê teng xeyal dikin û hinek însan jî kurdbûnê bêsînor dibînin. Têkiliya min a bi kurdî re dişibe ya gelek kurdên din ku ji ziman û welatê xwe dûr ketine û gihiştine heta asta asîmîlasyonê. Belkî dikarim bêjim heta 19-20 saliya xwe qet hevalên min ên kurd çênebûbûn, kurdiya ku min qise dikir jî ancex têra danûstendinên jiyana rojane dikir û bi awayekî qels bû. Hem tirkiya ku perçeyeke mezin a zaroktiya min bû hem jî têkiliyên min ên bi ziman û mirovên din cîhana min komplîketir û dewlemendtir kir, mîna kozmopolîtekî ji çerxa împaratoriyan; kurdî, tirkî, yewnanî û îngilîzî êdî ne tenê ziman bûn di heyata min de ez di nav wan de jiyame, êşiyame û min heyat bi wan re nas kiriye. Her yek bû perçeyekî min, ez bêyî wan kêm dibim û kêm im. Ew tecrûbeya min a şexsî ye ku ziman û nêrîna min jî nêzikî însanên din dike. Helbet heqê min misqalek jî tune nêrîn û tecrûbeya xwe li her kesî ferz bikim, dibe ku ew yek ji bo hin însanan astengî û cihê nehizûriyê be, lê ji bo min cihekî wisa ye ku xwe tê de zindî û heyî hîs dikim.

Suat Baran Kiye?

Ew di sala 1986’an de li Wanê ji dayîk bûye. Beşa Wêje û Zimanê Yewnanan ya Zanîngeha Stenbolê û Beşa Mamostetiya Îngîlîzî ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê qedandiye. Pişt re li Beşa Xebatên Çandî ya Zanîngeha Bîlgî de lîsansa bilind pêk anî. Hêj jî li Beşa Wêjaya Tirk ya Zanîngeha Bogazîçî doktoraya xwe berdewam dike. Ev demeke bala xwe piranî daye ser zimanê Kurdî û heta niha gelek gotar, helbest û çîrok ji zimanên biyanî wergerê Kurdî kiriye. Pirtûka Elbakofê yekemîn pirtûka wî ya helbestên Kurdî ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Helbestvan Baran: Dem mohra dilê me ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *