Helbestvan Coşkunca: Ez xwe di nava nifşekî de nabînim

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvan Meryem Coşkunca, bi pirtûka xwe a duyemîn a navê ‘Sana Nasil Ulaşabîlîrîm’ derket pêşberî heskiriyên xwe. Coşkunca destnîşan kir ku ew helbestên xwe ji bo girseyeke diyar nanivîse û got, “Armanca min hemû cîhan e”

Xwediyê xelata “Arkadaş Zekaî Ozger” helbestvan Meryem Coşkunca di bernameya li Navenda Çandê ya Ankayê de bi heskiriyên xwe re hat cem hev.

Coşkunca, diyar dike ku piştî wê helbesta “Mona Roza” ya Sezayî Karakoç xwendiye, jibo helbestê eleqeya wê derketiye holê. Ew dibêje, xwe wekê helbastvanekî ciwan nabîne, her wiha ne weke helbastvan, xwe weki xwendevanekî pênase dike.  

Helbestvan Coşkunca: Ez xwe di nava nifşekî de nabînim - meryem coşkunca 1 750x500 1

Dema ku wê xelata xwe ya ewil standiye, hêj temeneke biçûk de bûye û destnîşan dike, “Piştî min xelat stand, ez ketim nava aloziyekî de. Lewra min hîs kir ku ez ketime di bin berpisyariyê de. Di warê edebiyatê de ez bûm xwedî berpisyariyekê.”

Coşkunca, derbirî ku di nava civakê de li hemberî jinan pêşdaraziyek heye û dema jin dinivsînin tu kes bawer nake jinek wê bikare helbest binivse. Di berdewamiyê de wê ev tişt gotin: “Li hemberî me desthilatdariya pergala zilam heye. Wekî jin, em her tim di hin tiştan de paşde dimînin. Dîsa jî biboneya em jinin, neçarin ku li hember gelek tiştan têkoşin bidin meşadin.”

Helbestvan Coşkunca: Ez xwe di nava nifşekî de nabînim - metin arasi

Herî dawî Coşkunca, anî ziman ku rêjaya xwendinê di nava civakê de gelek kêm e û di vê çarçoveyê de jî helbest kêmtir tê xwendin.

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Helbestvan Coşkunca: Ez xwe di nava nifşekî de nabînim

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *