Helbestvanê Kurd Feqîr Ehmed li Almanyayê çû ser dilovaniya xwe

featured
Feqir Ehmed/Nûpel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvanê Kurd Feqîr Ehmed li bajarê Kolnê ji ber têrênekirina pişê çû ser diloviniya xwe.

Helbestvanê navdar di 81 saliya xwe de duh li bajarê Kolnê yê Almanayê ji ber têrênekirina pişê, di Nexweşxaneya Holweîde de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku malbata Ehmed dê ji îro pêve li avahiya Mala Kurdan a Kolnê sersaxiyan qebûl bike.

Feqîr Ehmed di sala 1942 de li gundê Mizeynerê ya bi ser navçeya Pirsûs a Rihayê ji dayîk bû.

Yekemîn pirtûka wî ya helbestan a bi navê ‘Dîwana Reş’ di sala 1990’an de hate weşandin.

Pirtûka wî ya din a bi navê ‘Dîwana Reş II’ jî di sala 1994’an de hate weşandin û pirtûka ‘Dîwana Reş III’ di sala 1998’an de der çû. Dîwana Reş III’an ji 220 rûpelan pêk tê.

Ji bilî helbestan Feqîr Ehmed çend çîrok jî nivîsîne. Hin ji van çîrokan ev in:

Qedar (Împaratoriya Med), Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr û Derweşê Evdî. (Nûpel)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Helbestvanê Kurd Feqîr Ehmed li Almanyayê çû ser dilovaniya xwe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *