Hevdîtina TTB’ê ya Wanê: Bona teşhîrkirina mercên taybet yên li Wanê em li vir in

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Odeya Tabîbên Tirk (TTB) di çarçoveya kampanyaya ‘Hevdîtinên Spî’  ku bi şîara ‘Pêşerojek baş di deste me de ye – Ked ya me, gotin jî ya me ye’ de li Wanê forûm li dar xist.

Forûm di otelekî de hate lidarxistin. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Endamên Konseya Navendî Dr. Kazim Dogan Erogullari, Dr. Onur Naci Karahanci, Dr. Çigdem Arslan û rêveberên odeyê yên Enqere, Êlih, Bidlîs, Amed, Mêrdîn, Mugla, Muş, Riha û Wan-Colemêrgê tevli forumê bûn.

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Fincanci, piştî forumê derbarê rewşa xebatkarên tenduristiyê de ji bo Serhat Newsê hin nirxandin kirin.

Hevdîtina TTB’ê ya Wanê: Bona teşhîrkirina mercên taybet yên li Wanê em li vir in - şebnem korur fincanci 1 1
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci,

Fîncanci, derbirî ku xebatên wan yên ev çend mehe dimeşînin li cem hikumetê deng vedaye û da zanîn ku daxuyaniyên hikumetê yên di vê çarçoveyê de têrê nakin. Fîncanci wiha dewam kir: “Beyî tevlibûna xebatkarên tenduristiyê tu pêkanîn rewşê baş nake. Dema ku li meclise ev pêkanîn dihatin nîkaşkirin em bi darê zorê tevli bûn. Hemû pêşniyarên me yên divî warî de hatin redkirin. Evjî dide nişandan ku ew samîmî nînin. Em ê di vî warî de têkoşîna xwe bidomînin.”

Serokê Odeya Tabîban ya Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç ji di hema çerçoveyê de got ku bi taybet xwestine ku vê xebatê li Wanê lidar bixin û wiha axivî: “Bo ku piştevaniyê bidin odeya me TTB’ê ev bername li vir dar xist. Pirsgirêk encax dikare dinava pîvanên demokratîk te were çareserkirin. Mixabin dema bona ku nêzîkatiya demokratîk kêm e. Pirsgirêk derdikevin holê. Di serî de pirsgirêkên tenduristiyê, her wiha êrîşên li ser TTB û yên li hember xebatkarên tenduristiyê di rojevê de ye. Li hemberî van êrîşan û bo çareserkirina pirsgirêkan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevdîtina TTB’ê ya Wanê: Bona teşhîrkirina mercên taybet yên li Wanê em li vir in - hüseyin yaviç 1
Dr. Huseyîn Yavîç

Seroka Odeya Tabîban ya Diyarbekirê Elîf Turan jî bal kişand ser binpêkirinên mafên tenduristiyê yên li heremê û got : “Binpêkirina mafê tenduristiyê nabe ji binpêkirina mafê mirovan were cihekirin. Pêkanînên cudaparêz rê li ber xwe gihandina mafê tenduristiyê jî digire. Me ev yek di pêvajoya pandemiyê de baştir dît. Di vê pêvajoyê de ne hejmara doktoran, ne ya xebatkarên tenduristiyê û ne jî ya nivînan têrê nake.”

 Seroka Odeya Tabîban yê Mêrdînê Volkan Binbaş jî balkişand ser qedexekirinên çalakiyan yên li Wanê û ev gotin lê zêde kir: “Wan ji bo me cihek gele girîng e. Pêkanînên li vir tên jiyandin li cihek din tune ne. Tevî krîza aborî pirsgirêkên gelek mezin hene. Xebatkarên tenduritiyê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Çi be bila bibe em livir li ser karê xwe ne”

Hevdîtina TTB’ê ya Wanê: Bona teşhîrkirina mercên taybet yên li Wanê em li vir in - volkan binbaş 1 1
Dr.Volkan Binbaş

Vîdeo-Montaj: Zafer Avnaş

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevdîtina TTB’ê ya Wanê: Bona teşhîrkirina mercên taybet yên li Wanê em li vir in

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *