Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koma wêjeyê “Van Edebiyat Mahfîlî’ ku ji aliyê çend wêjevanan ve li Wanê hatiye avakirin, her hefteyê wêjevanêkî navdar dike mêvan. Koma wêjeyê her wiha di navbera 9-15’ê Gulanê de wê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ lidarbixe.

‘Van Edebiyat Mahfîlî’ di 14 Sermawêza 2021’an de ji aliye hin wêjevanan ve hate avakirin.  Koma wêjeyê ku di destpêkê de ji aliye 5 kesan ve hatibû avakirin, niha bûye xwediyê 90 endaman.

Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin - ara fotoğraf 1 1024x768 1

Tevî hatiye avakirin heta niha, wêjevanên navdar yên wekî, Kemal Varol, Abdullah Aren Çelîk, Serkan Turk, Ethem Baran, Şeyhmus Dîken, Erdal Şahîn, Aykut Ertugrul, Cihan Aktaş, Omer Erdem û Gamze Guller bi malovaniya ‘Mahfîlê’ bi xwendevanên Wanê re hatine cem hev. Koma wêjeyê bi şîara, “Vegere malê! Hemû tişt hate efû kirin” derketiye rê.

Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin - festival1 819x1024 1
Şehmuz Dîken

Alîkarê Serokê Edebîyat Mahfîlî Muhammet Yilmaz, wateya şîara xwe vegot û derbirî ku wêjeyê wekî mala xwe dibinîn. Yilmaz wiha berdewam kir; “Armanca me ewe ku li bajar bi aramî û delaliya wêjeyê hin tiştên baş bên kirin. Di vê çarçoveyê de me li Wanê rewşek baş bidest xist “

Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin - ara fotoğraf 1 1 1024x768 1

‘Mahfîl’ ku bi Navenda Çand û Hunerê ya Uvercînîkayê re bi hevkarî xebatan dimeşîne, heta niha 15 çalakî lidarxistin e.

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *