Gelê Wanê: Di Remezanê de bê xwarin em ê rojî bigirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Beriya meha Remezanê weke Serhat News me rewşa welatiya pirsî. Welatiyên ku nêrînên xwe bi me re parve kirin bi yek dengî gazincên ji ber aboriyê bilêv kirin.  

Li Tirkiyê lingor sala bihorî ji tiştên xwarinê yên bingehîn re di navbera ji sedî 51 anjî 166 zem hatiye kirin. Li Wanê jî heman rewş derbasdêre û piraniya welatiyan nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.

Welatiyên ku rewşa xwe vegotin di nûçeya me ya bi video de wiha dibêjin  

Ridvan Fîlîz: “jiyan pir zehmet e. Ezê vê Remezanê bê xwarin rojî bigirim. Gel êdî nikare tiştekê bistîne. Wiha biçe ev zor û zehmetî wê bi salan berdewam bike.”

Gelê Wanê: Di Remezanê de bê xwarin em ê rojî bigirin - ridvan Filiz 1

Mehmet Ayik: “Li gor Remezanên din îsal kare me pir kêm bûye. Çend roj ji Remezanê re mane lê qet kar tuneye. Em nikarin êdî kirêya xwe bidin. Pirsgirêkek din ji tunebûna penîr e. Kîloya penîr derketîye 90 TL yan.”

Gelê Wanê: Di Remezanê de bê xwarin em ê rojî bigirin - Mehmet ayik 1

Bahattîn: “Min hêj tu tişt nestandiye. Zewiçî me û 7 zarokên min hene. 4 ji wan diçin dibistanê. Ji ber ku aboriya min nebaşe ez nikarim tiştek bikim. Rewşa velat jî pir xerab e. Baweriya min nîne ku wê rewş baş be.”

Gelê Wanê: Di Remezanê de bê xwarin em ê rojî bigirin - Bahattin 1

Selçuk: “Xweda bila alîkar be. Milet ji birçiyan dimire. Beriya niha me dikarî bi 150 Tl yan hemû pêdiviyên xwe bikirin. Lê niha encax dikarim 3 perçe tişt bistînim. Wesayita min heye lê ez niarim derxim derva. Ez ji sedî 70 xîzan bûm e.”

Mehmet: “Milet şerpeze bûye. Nan dest nakeve. Tenekeyek rûn bûye 800 TL. Ne dewlet maye. Ne jî milet. Ez bang li rayedaran dikim, bila ji halê gel re çareseriyekî peyda bikin.”

Nûçe: Dildar Guler

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Wanê: Di Remezanê de bê xwarin em ê rojî bigirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *