Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di mitîngekê de derbarê diyarkirina qayuman de gotibû: “Erdogan ji min re got, ‘Silêman ez ji şaredariyên HDP’ê pir aciz im. Zû wan jî wezîfê bigre’. Min çavek dixwest,  Erdogan du çav dane min.  Du rojan piştî hingê, serê sibê saet di 08.00’an de min hemû şaredarên wan jî wezîfê girtin.” Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qayum hatiye diyarkirin derheqê vê axaftinê de diyar kir: “Soylu bi vê axaftina xwe bi rastî fature ji Erdogan re biriye. Ev jî panîka di nava wan de dide nîşandan”

Di sala 2016’an de ji şaredirayên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) re, qeyûm hatin diyarkirin. Piştre di sala 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) taybet li herêma Serhedê bi ferqek mezin, cardin şaredarî bidest xistin. Lê bi hinceta ku ji ber Biryarnameya Bihuqmê Qanûnê (KHK) kar hatine derxistin ji hin şaredaran re mazbete nehate dayîn û li şûna şeredarên din jî qeyûm hate diyarkirin. Her wiha hejmarek zêde şaredar hatin desteserkirin û piştre jî hatin girtin.

Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî! - van belediye kayyim bekir kaya

Wezîrê Karê Hundir û namzetê parlamenteriyê AKP’ê yê Stenbolê Suleyman Soylu di mitînga li taxa Yildiztabya ya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê de gotibû: “Erdogan ba min kir û ji min re got, ‘Silêman ez ji şaredariyên HDP’ê pir aciz im. Zû wan jî wezîfê bigre’. Min çavek dixwest,  Erdogan du çav dane min.  Du rojan piştî hingê, serê sibê saet di 08.00’an de min hemû şaredarên wan jî wezîfê girtin.”

Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî! - van belediye kayyim1 1024x644 1

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci ku li şûna wî qayum hatiye diyarkirin derheqê vê axaftina Suylu de bi Serhat Newsê re hin nirxandin parve kir û bibîr xisti ku hêj beriya hilbijartinan Erdgan gotibû, “Ew şaredariya bidest bixin jî em dê li şûna wan qeyûman diyar bikin.”

Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî! - kayyim atalamalarina tepki avci 1 1024x498 1
Mustafa Avci

Avci destnîşan kir ku deshilatê beriya diyarkirina qayuman civak hinek amade kiriye û wiha domand: “Gava cara ewil qeyum hatin diyarkirin, beriya wê hinek civak amade kirin. Îftîra avêtine wan şaredariyên me. Di televîzyonan de du meh, sê meh propaganda kirin. Beşek civakê ji van çîrok û hincetan bawer kir, lê beşekê jî qebûl nekir. Piştî cara duyan qeyum hate diyarkirin, hêj beriya wê sindoq ne hatibû holê Erdogan digot, ‘Hûn serbikevin jî ezê qeyyuma diyar bikim’ Gava ku bingeha qeyuman cara yekemîn ava kirin, di nava civaka ku hinek be jî di hijê wê de şêlîbûn çêbûbe jî, wana digotin ‘Gelo hêj ev nehatine ser kar, ma qey wan hêj da çi kiriye ku dê li şûna wan qeyûman diyar bikin? Di dawiyê ku piştî ku di sindoqan de encam hate girtin, bi şêwazeke nû 6-7 heb şaredariyê me ji deste me girtin. Gotin ‘Ev bi KHK’ê ji kar hatine derxistin, em mazbata nadin wan’ Piştî vê em sê mehan ser peywirê man, hêj me mazbatayên xwe nestandi bû waliyên hersê bajarên mezin ji Suleyman Soylu re nivîs dinivîsîn. Daxwaz dikirin ku bi lez û bez qeyûm bên diyarkirin.”

Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî! - van belediye kayyim 1024x683 1

Avci di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanê gotinê Wezîr Soylu da û wiha destnîşan kir: “(Soylu) Dibêje ku min dixwest çavek Erdogan da min, du çav. Yanî dilê wî bi diyarkirina qeyûman hebûye, Erdogan jî ba wî kiriye û jê re gotiye ‘Here bi ser şaredariyan de qeyûman diyar bike.’ Başe gelo, ka me çi bê hiqûqî kiribû? Hevalên ji ber vê mijarê hatine girtin. Her yekî re bi dehan salan ceza hatiye birîn. Jixwe me baş dizani ev bêhiqûqî û bê exlaqî bû. Axaftina Soylu jî ev yêk deşîfre kiriye.”

Derbarê hilbijartinan de Avci diyar kir, “A rastî bi nava hevdû ketine. Êdî bawerkirine ku di 14’ê Gulanê de ew ê winda bikin. Ew bê hiqûqî yê wan kirine dê ji wan bê pirsîn. Bi wê gotinê ya rastî Suleyman Soylu faturayê ji Erdogan re biriye. Ev panîna di nava wan de ye.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevşaredarê Wanê Avci: Soylu fatûra ji Erdogan re birî!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *