Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan li Wanê denga xwe bikar anî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan denga xwe li Wanê bikar anî. Buldan piştî ku denga xwe bikar anî diyar kir, “Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan li sindoqa bi hejmara hezar û 106 a li Lîseya Cûmhûriyet a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê denga xwe bi kar anîn. Buldan a bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin, pişt re derbasî pola ku sindoq lê bû û dengê xwe avêt.

Buldan, piştî bikaranîna dengê li ber deriyê dibistanê daxuyanî da, wiha got: “Dema ku herkes heqê keda xwe bigire hatiye. Dê ji her aliyê Tirkiyeyê mirov dengê xwe biavêjin. Ez hêvî dikim ku ev dengên me bibin wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet û demokrasiya li welat. Em li bendê ne ku bi hilbijartinên îro werin kirin êdî guherîn û veguherîn pêkan e, hemû gel li benda vê ye. Hêviya 82 milyon mirovan heye ji van hilbijartinan. Me jî îro dengên xwe avêtin, em bi hêviya ku dengên me bibin wesileya aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê bang li hemû Tirkiyeyê dikin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan li Wanê denga xwe bikar anî - secim van pervin 4 1024x768 1

 Buldan, anî ziman ku dê êvarî bi hêviyeke mezin li benda encaman bimînin û wiha axivî: “Dê îşev bi hêviyeke mezin çavên me li sindoqên ku bên vekirin bin. Kelecanek û hêviyeke mezin bi me hemûyan de heye. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn vê hêvî û kelecanê bijîn. Ji ber ku di demekî dirêj e di mirovan de reşbîniyek heye. Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe. Ji herkesê re serkeftinê dixwazim û ji dil û can bawer dikim ku em ê teqez serbikevin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Buldan li Wanê denga xwe bikar anî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *