Hilbijêr di roja dengdayînê de dengên xwe wê çewa bikarbînin?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ragihand ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengder tenê li sindoqên navê wan hatiye tomarkirin û li gor belgeya zanyariyên dengder dikarin dengê xwe bikar bînin.

Hilbijartinên 14’ê Gulanê sibê Yekşemê dê bên pêkanîn û Serokatiya Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi daxuyaniyekê 6 gavên bikaranîna dengdayînê diyar kirin.

Li gor daxuyaniya YSK’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokkomarî û parlamentoyê de welatî dikarin bi belgeya zanyariyên dengder ku bo wan hatiye şandin an jî li gor hejmara sindoqa navê wan hatiye tomarkirin dengê xwe bikar bînin.

*Welatî divê bizanibe ku dê li ku derê û li kîjan sindoqê dengê xwe bide. Kesên belgeya zanyariyên dengder negihiştibe destê wan dikarin li ser malpera YSK’ê cih û hejmara sindoqê bizanibin. Li seranserê Tirkiyê di navbera 08:00 û 17:00’an de dê deng bên dayîn û eger saet bidawî bibe û welatiyên dengên xwe bikar neanîne hebin serokê desteya sindoqê piştî ku nasnameya wan werbigre dikare rê bide welatî dengên xwe bikar bînin. Lê welatiyên piştî saet 17:00’an bên nikarin deng bidin.

*Nasnameya xwe ya ku reqema Komara Tirkiyê li ser e ji bîr nekin. Dengder divê yek ji wan belgeyan wek nasname, nasnameyeke ku ji aliyê saziyeke fermî ve hatibe dayîn, pasaport, belgeya zewacê, ehliyet, nasnameya parêzer, noter û leşkerî pêşanî serokê sindoqê bide û hejmara rêzbenda dengder bibêje. Eger kesek yek ji wan belgeyan nede nikare dengê xwe bide.

* Divê bi telefonê nekevin nav kabîneyê. Qedexe ye ku dengder bi telefon an jî makîneya film û fotografan bikeve nav kabîneyê. Eger hebe divê deynin ba desteya sindoqan û piştî dengdanê paşde bê wergirtin.

* Pêwîst e ji bilî mohrê ti nîşanek li pisûleya dengan neyê dayîn. Dengder di pisûleyê de dê mohra “Belê” an “Bijare” bêyî ku derxîne derveyî beşa ji bo mohrê hatiye veqetandin lê bide. Ji bo deng bê hesibandin divê derveyî vê mohrê ti nîşaneke din an jî îmze neyê danîn. Derveyî pisûleyan jî ti tiştekî din nexin nav zerfan. Ji bo welatiyê ku difikire şaşitî kiriye pisûleya nû nayê dayîn.

*Divê pisûleyan bixin yek zerfê. Ji bo dengder wê du pisûle bên dayîn ku yek ya serokkomariyê ye û yek jî ya parlamenter e lê divê her duyan jî bixin yek zerfê.

* Piştî bikaranîna deng divê îmze bê dayîn. Dengder piştî zerfa xwe avêt nav sindoqê divê di lîsteya degderan de li cihê beranber navê xwe îmze bike.

Desteya Sindoqan ji nûnerên 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartina herî dawî de herî zêde deng bidest xistine pêk tê. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hilbijêr di roja dengdayînê de dengên xwe wê çewa bikarbînin?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *