Îro 9’mîn salvegera komkujiya Şengalê ye

featured
Independet
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

9 sal beriya niha li Şengalê zêdetirê 5 hezar Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin.

DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Her wiha bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin. Piştî qetliyamê nêzî 550 hezar Êzidî jî koçber bûn.

Herwiha bi sedema şer ji sedê 80 ya bajar û gûndên Şengalê  wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şengalê, Bakûrê Sûriyeye û Herêma Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn.

DAIŞ’ê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidîz qetil kir. Vê rêxistina hov kesên ku revandibûn jî wekî ‘xenîmetên şer’ ditît û îşkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî li wan kir. Ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê, heya niha bi dehan gorên bikomî û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzdî li Şengalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor daneyên nû yên  Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞ’ê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzdî ji Şengalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê bicih bûn, zêdetir ji 100 hezar Kurdên Êzdî penaber bûn.

Heya niha 13 welat û çend rêxistinên nadewletî tawanên DAIŞ’ê ya li dijî Kurdên Êzdî weke komkujî nas kiriye.

Herî dawî jî Brîtaniya bû ku beriya du rojan bi awayê fermî komkujî qebûl kir.

 Di 9 salvegera Şengalê de Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzdî dibêje, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî yên ku ketibûne destê DAIŞ’ê, heta niha 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzdî Husên Qaidî got, di nava wan kesên azadkirî de, 339 zilam û hezar û 214 jin hene, yên din jî zarok in. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îro 9’mîn salvegera komkujiya Şengalê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *