Ji Amerîkayê bo Tirkiye û Suriyeyê 85 milyon dolar alîkarî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Amerîka wê ji bo mexdûrên erdhejê 85 milyon dolar alîkariyê ji Tirkiye û Suriyeyê re bişîne.

Ajansa Pêşketina Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) ragihand, di çarçoveya pêwîstiya alîkariya mirovî ya bilez de ewê bo Tirkiyê û Sûriyê 85 milyon dolar alîkarî bişînin.

USAID’ê di daxuyaniya xwe de got: “Pêşengiya me ya herî mezin ew e, ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bo kesên di bin kavilan de bilez bikin.”

USAID dibêje, bi alîkariya ku bê kirin dê bo mexdûrên erdhejê xwarin, cihê mane, bi armanca parastina ji sermayê amûrên germkirinê, kelûpelên tendirustiyê û ava paqij dê bê şandin.

Di encama erdheja 6’ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên biçûk çêbûn.

AFAD’ê îro 10’ê Sibatê ragihand, li 11 bajaran 18 hezar û 342 kesan canê xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes birîndar bûne.

Rewşa Sûriyeyê

Herwiha li Bakûr û Rojavayê Sûriyê jî di encama erdhejê de wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran mirî û birîndar hene.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Sûriyê û Rêxisitna Kum Spiyan, ji 6’ê vê mehê ve û heta îro, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 3 hezar 840 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, heta niha li Cindirêsê ji ber erdhejê 510 kesan canê xwe ji dest dane û 850 kes birîndar bûne. Herwiha hat ragihandin ku li Cindirêsê 90 termên nenas hene. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji Amerîkayê bo Tirkiye û Suriyeyê 85 milyon dolar alîkarî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *