Ji ber êrîşa bi dironê ya li hemberî rojnamevanan IFJ’yê bang li Tirkiyeyê kir!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Federasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ), derbarê êrişa ser rojnamegerên JIN TV’yê de banga lêpirsîneke serbixwe kir.

23’ê Tebaxê droneke Tirkiyeyê li ser rêya Amûdê-Qamişloyê otomobîleke ku rojnameger tê de bûn bombebaran kir.

Hatibû diyarkiri ku di bomberanê de karmendê JIN TV’yê yê bi navê Necmedîn Feysel Hec Sînan canê xwe ji dest dane û rojnamegera bi navê Delîla Egîd jî birîndar bûye.

Federasyona Rojnamegerên Navdewletî (IFJ), derbarê êrişê de li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku demildest lêpirsînê bide destpêkirin û berpirsên êrişê bên cezakirin.

IFJyê tekez kir ku divê rojnameger neyên armancgirtin û karê xwe bi awayekî azad bikin.

IFJyê di daxuyaniya xwe de got:

“Tirkiye duyemîn car e ji ber êrişa rojnamegeran tê tawanbarkirin. Meha Kanûna Pêşîn a par jî li parêzgeha Hesekê di êrişeke esmanî de rojnamegerek hatibû kuştin. Ji bo rêgiriya êrişên li hemberî rojnamegeran di asta navdewletî de pêwîstî bi parastina zêdetir heye.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber êrîşa bi dironê ya li hemberî rojnamevanan IFJ’yê bang li Tirkiyeyê kir!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *