Ji ber rewşa hewaya nebaş li Şirnex û Colemêrgê dibistan hatin girtin

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên Şirnex û Colemêrgê, ji ber baran û berfê dibistan bo rojekê hatin girtin.

Li gelek bajarên herêmê ev çend roje berf û baraneke zêde dibare. Li gelek herêman lehî rabûye û di trafîkê de pirsgirêk çêbûne.

Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji ber tê çaverêkirin baraneke zêde bibare li navenda bajêr, gund û bajarokên ser bi bajêr ve roja 13’ê Nîsana (Îro) di dibistanan de perwerde bo rojekê hatiye rawestandin.

Herwiha li navçeyê Silopî û Elkê yên Şirnexê jî, ji ber baran û berfê, bi heman şiklî dibistan bo rojekê hatine girtin.

Walîtiya Colemêrgê jî daxuyandiye ku, ji ber barana zêde roja 13ê Nîsana 2023’ê dibistan, navendên kursên taybet, Navendên Perwerdeya Gel, Navendên Rehberî û Lêkolînê û navendên rehabîlîtasyonan bo rojekê hatine girtin.

Di vê navberê de meteorolojiyê hişyarî da ku îro li gelek bajaran baran dibare û li hinek deveran jî hêza baranbarînê dijwar dibe.

Li gor pêşbîniyên meteorolojiyê bi taybet li bajarên Bedlîs, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Wan û Amedê dê baranek dijwar bibare. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber rewşa hewaya nebaş li Şirnex û Colemêrgê dibistan hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *